Cotkarên Rojava gazinan ji nirxê kirîna ceh û genim dikin

Li navendên hikûmeta Sûriyê nirxê kirîna ceh û genim ji yê Rêveberiya Xweser bihatir e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê û piştî bûyerên şewata zeviyên ceh û genim, cotkarên herêmê zû dikin ku genimên xwe biçinin. Lê derbarê firotina berhemên cotkaran alozî derdikevin, yekem ji aliyê Navendên Rêveberiya Xweser ve ku nirxê kirîna ceh û genim erzan e û ya din jî ji alî navendên hikûmeta Sûriyê ve ku nirxê kirîna berhemên cotkaran guncaw e, lê gelek alozî mîna bertîl û rêbendên li ser riyan zehmetiyan ji cotkaran re derdixin.

Bi sedema bûyerên şewata zeviyên genim û metirsiya ku dexl û dan yên mayî bêne şewitandin û tevlî ku gelek zeviyên genim hîn ter in jî, lê rêjeyeke mezin ji cotkaran dest bi çinîna genimê xwe kirin. Cotkarên ku paleyiya xwe kirine dudil in û nema dizanin berhemên xwe bifiroşine kîjan alî. Cotkar dibêjin: Li navendên Rêveberiya Xweser gelek alîkarî heye û bertîl tune ne, lê nirxê kirîna genim erzan e û li navendên girêdayî hikûmeta Sûriyê gelek pirsgirêk û alozî hene, lê buhayê kirîna genim jî guncaw e.

Rêveberiya Xweser ji bo kirîna ceh û genim 12 kompanî destnîşan kirine û îsal jî dest danî li ser sayloyên giştî yên li Qamişlo û Hesekê û dê pêşwaziya berhemên cotkaran bikin. Li gorî pirojeya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatî Sûriyê, dê tevaya berhemên herêmê ji ceh û genim bi şêweyê dogma bikirin û diyar e jî ku nirxê her kîloyek ji genim bi 160 Lîreyên Sûrî ye û nirxê yek kîlo ceh jî bi 100 Lîreyî tê kirîn.

Tevlî ku zêdeyî 20 hezar hêktar ji zeviyên genim hatine şewitandin û ziyanên mezin gihiştine cotkaran, lê desteyên têkildar ta niha ne ragihandine ku dê nirxê kirîna ceh û genim zêde bikin, yan jî cotkaran qerebo bikin.