Mesrûr Barzanî û Polîtburoya PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû civiyan

Îro pêngavên kirdarî yên pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Mesrûr Barzanî ve destpê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro pêngavên kirdarî yên pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Mesrûr Barzanî ve destpê kir û yekem civîn wî bi Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek yekema hilbijartinên 30î Îlona 2018an re bû.

Mesrûr Barzanî roja 11ê Hezîrana 2019an ji aliyê Fraksoyona PDKê bo pêkanîna kabîneya nehem hat kandîdkirin û piştre jî Parlemanto pesend kir û roja 12ê Hezîranê jî bi fermaneke herêmî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat raspardin, îro yekem civîna xwe ji bo wê mebestê bi Polîtburoya PDKê re destpê kir.

Biryar e Mesrûr Barzanî roja sibe 17ê Hezîranê serdana Silêmaniyê bike û bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re bicive û piştre serdana alî û partiyên ku dixwazin beşdarî kabîneya nehem de bikin, bike.

Ji bo pêkhateya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Parlemantoya Kurdistanê bike û baweriyê werbigire, li gor fermana herêmî heyama 30 rojî ji raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nehem re hatiye destnîşankirin.

 

 

S. B