Rojava.. Di şewata ceh û genim de 6 kesa mirin

Hejmarek ji welatiyan dema ku dixwestin agirê bi dexlên wan li Til Koçer ketiye vemrînin, bi agir şewitîn û canê xwe ji dest dan. Li aliyekî din hîn jî agir bi dexil û zeviyên welatiyên Rojavayê Kurdistanê dikeve.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hejmarek ji welatiyan dema ku dixwestin agirê bi dexlên wan li Til Koçer ketiye vemrînin, bi agir şewitîn û canê xwe ji dest dan. Li aliyekî din hîn jî agir bi dexil û zeviyên welatiyên Rojavayê Kurdistanê dikeve.

Ji bilî dexil û zeviyan, agir canê cotkaran jî bi xwe re dibe, li hin gundên derdora bajarokê Til Koçer, agirekî mezin bi dexlên welatiyan ket, xwedanên erd jî xwestin agir vemrînin, lê şewat zora cotkaran bir, di encama wê de hejmarek ji welatiyên deverê şewitîn, 6 kes jî canê xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn, şewata 3 kesan giran e.

Li derdora Qamişlo jî agirekî mezin bi dexlan ket û rûbereke berfireh ji genim şewitand, cotkar dibêjin, piraniya genimê deverê jî nehatiye çinîn û gelek zirar li cotkarên herêmê bûye.

Rojane li 3 û 4 deveran agir rû dide, agirkuj jî nikarin vê rûbera mezin ji agir kontrol bikin, berpirsê Navenda Agirkujiyê dibêje, wan gelek agirkuj anîn gundê Şorik ji ber ku mezintirîn agir e ku niha rû dide, lê dîsa rûbereke mezin di genim şewitî.

Berpirsê Navenda Agirkujiyê Hisên Ehmed ji K24ê re got: “Ji sibê ve 5 haletên agir li milê Til Hemîs rû dane û niha li gundê Şorik jî agir pêketiye û berfereh bûye, bi rastî heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin. Me hemû agirkuj anîne vir, ji bo em agir kontrol bikin.”  

Ta niha bi hezaran hêktar ji genimê herêma cizîrê hatiye şewtandin , tevî hemî xelk dibêjin, ew şewat ji alî hin aliyan ve çêdibin, lê hîn jî tu hûrguliyên van bûyeran diyar nebûne, ev cara yekemîn e, ku agir bi vê awayî digre dexlan, ne tenê wilo, lê belê şewat giyanê xelkê jî bi xwe re dibe.

Hejmarek ji welatiyan dema ku dixwestin agirê bi dexlên wan ket vemrînin, bi agir şewitîn û jiyana xwe ji dest dan, li alîkî din hîn jî agir bi dexil û zeviyên welatiyên Rojavayê Kurdistanê dikeve.