Ligor rapirsiyan ji hilbijartina Stenbolê re, Îmamoglu li pêş e

Ji hilbijartinên şaredariyên Stenbolê re ji 5 rojan kêmtir dem ma. Namzetê Hevpeymaniya Millet Ekrem Îmamoglu û Namzetê Hevpeymaniya Cumhur Bînalî Yildirim...

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji hilbijartinên şaredariyên Stenbolê re ji 5 rojan kêmtir dem ma.  Namzetê Hevpeymaniya Millet Ekrem Îmamoglu û Namzetê Hevpeymaniya Cumhur Bînalî Yildirim jî lezê didin xebat û bangeşeyên xwe yên dawî û daxwaza dengan dikin.

Di vê çarçoveyê de her du rikeber şeva yekşemê di weşaneke hevbeş de hatin beramberî hev û soz û projeyên xwe eşkere kirin.

Piştî wê bernameyê Kompanyaya Rapirsînê MAK bi riya telefonê ji 33 hezar dengdêrên Stenbolê pirsiyar kir. Di Hilbijartina Stenbolê de hûnê dengê xwe bidin kê?

Li gor vê rapirsîna dawî Ekrem Îmamoglu ser dikeve û dibe şaredarê Stenbolê. Dengê Îmamoglu sedî 44 e.

Bînalî Yildirim careke din şikestin dixwe û dengê wî jî sedî 42.5 e.  Ev rapirsîn eşkere dike ko cûdahiya rêjeya dengî yê Îmamoglu ji Yildirimî zêdetir dibe.

Jixwe hejmareke berbiçav lêkolîner û zanayên hilbijartinê jî di wê baweriyê de ne ko Îmamoglu dê serkeftinek dubare bidest bixe. Midûrê Giştî yê Kondayê Bekîr Agirdir jî yek ji wan e û dibêje: Îmamoglu dê cûdahiya rêjeya dengê xwe zêdetir bike.

Lê serkeftina Îmamogluyî bes bidestxistina Şaredariya Stenbolê niye. Ev encam dikare karvedanên nû û ciddî jî bi xwe re bîn e. Dubare şkestina AK-Partiyê dikare sîstema nû ya Serokomariya Tirkiyeyê bide gengeşekirin û bi vê hincetê jî Opozîsyona Tirkiyeyê dikare banga hilbijartineke pêşwext bike. Lê serkeftina Bînalî Yildirimî ji xeynî nerazîbûneke demdirêj a opozîsyonê, çi karvedanek mezin bi xwe re nayne. Hemû encam û eger dê piştî şeva yekşemê diyar bibe.

 

 

 

C.B