Îran: Amerika êrîş bike, em bersiv didin

Peyvdarê Wezareta derve yê Komara Islamî ya Îranê Ebbas Mûsewî diyarkir, ku: Em tu caran rê nadin, destwerdan liser xak û welatê Îranê rû bide. Ger Amerika destdirêjiyê bike, em dê bersîv bidin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta derve yê Komara Islamî ya Îranê Ebbas Mûsewî diyarkir, ku: Em tu caran rê nadin, destwerdan liser xak û welatê Îranê rû bide. Ger Amerika destdirêjiyê bike, em dê bersîv bidin”.

Mûsewî di daxûyaniya xwe ji bo Ajansa Tasnim de, herweha anî ziman: Ger berpirsên Amerika biryara destwerdana Îranê bikin, êrîşî xak û welatê me bikin, dê bersîva vê yekê bigrin.

Aloziya di navbeyna Komara Islamî û Amerika de, bi taybetî piştî xistina firokeya bêfirokevan a Amerikî gihiştiye astek bilind. Serokê Amerika diyar kiribû, ku Wî 10 deqiqeyan berî êrîşa liser Îranê, biryara ragirtina êrîşê liser Îranê da ye. Ew jî, bi egera ku, di êrîşê de dikarîbûn 150 kes jiyana xwe jidest bidin.

 

 

C.B