Êzidiyên Efrînê rastî qirkirinê tên

Li Efrînê hemû cihên dîrokî û nirxên pîroz yên Kurdên Êzidî hatin wêrankirin û talan kirin û kesên ku niha li Efrînê mane, rastî zordarî û revandinê tên, Encumena Êzidiyan jî van kiryaran bi jenosayd binav dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê hemû cihên dîrokî û nirxên pîroz yên Kurdên Êzidî hatin wêrankirin û talan kirin û kesên ku niha li Efrînê mane, rastî zordarî û revandinê tên, Encumena Êzidiyan jî van kiryaran bi jenosayd binav dike.

Li kampa Berxwedan ya derbiderên Efrînê li herêma Şehbayê 1647 malbatên Êzidî bicih dibin, pareke wan a mezin ji dagirkerî û bobelata Efrînê heye, diyar e ku fermana Şingalê ne ya dawî bû. Efrîn cih û warekî bi nirx e cem Kurdên Êzidî, hemû cih û şikeftên dîrokî ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin ve hatin rûxandin û talan kirin.

Encûmena Êzidiyan ya ku karê xwe li kampê Berdewam dike dibêje, Êzidiyên Efrînê derbeder bûn û li gelek welatan belav bûn û gelek nirxên wan yên dîrokî jî hatin winda kirin.

Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Suad Hiso ji K24ê re got: “Çawa me dît fermana 73an li Şingalê bû, ya 74an jî li Efrînê û qirkirina Êzidiyan û gelê Kurd e. Me destê xwe ji xaka xwe ya pîroz û mala xwe berda, niha li em kampên Şehbayê ne. Divê em vegerin Efrîn û cih û warê xwe. Bandora herî xirap li ser Êzidiyan di hundir Efrînê de mane hatiye kirin, rojane bi qîrkirinê re rûbirû ne, rojane perwerdeya olî ya îslamî ji wan re tê kirin.”

Beşek ji Êzidiyan li nava Efrînê mane, ew jî rastî gelek zordarî û astengiyan tên. Hin ji wan hatin revandin û ta niha jî di zîndanan de ne. Welatiyên Efrînê dibêjin, zarokên Êzidî bi zorê bo mizgeft û dibistanên olî tên şandin û wan neçar dikin ku ola xwe biguherin û ev jî ji alî Êzidiyan ve wek jenosydekê tê nirxandin.

Kurdê Efrînê yê Êzdî Mistefa Nebo dibêje: “Dixwazin ola me ya Êzidî li gundên me biguhêrin, ji ber ew Êzidiyan wek gawir dibînin. Di warê çandî û olî de fişarên mezin li ser Êzidiyên di Efrînê de mane tê kirin. Zarokên me bi darê zorê di dibistanan de fêrî ola Îslamî dibin. Rêza me ji hemû ol û netewan re heye û em wan qebûl dikin, lê taybetmendiyên me hene, ola Êzdatî bi çand û tiştên xwe yên pîroz tê naskirin.”

Li Efrînê 22 gundên Êzidiyan hene û li her gundekî nirxekî wan ê pîroz heye, lê hemû hatin talankirin, wek Şêx Berekat, Şêx Hemîd, Melek Fexredîn, Çêlxane û Parsexatûn. Niha jî Encûmena Êzidiyan li kampên Şehbayê tenê van bipêkirin û tawanan belge dike û li hêviya vegera bajarê xwe ne.