Taş: PKK dixwaze şer li navçê çê bibe

Siyasetmedar Nizamettin Taş li ser damezrandina hêzek nû ya PKK li Başûrê Kurdistanê ragihand, PKK ji bo bingehên şer durist bike, destpêkê şerê ragihandinê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar Nizamettin Taş li ser damezrandina hêzek nû ya PKK li Başûrê Kurdistanê ragihand, PKK ji bo bingehên şer durist bike, destpêkê şerê ragihandinê dike.

Siyasetmedar Nizamettin Taş beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û ragihand, “PKKê ji demeke dirêj ve û bi taybet di demên dawî de li dijî Başûrê Kurdistanê û herî zêde li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şerekî ragihandinê dike. Berê, dema ez di nava PKKê de bûm û dema me dixwast şer bikira û bingeha şer çê bibe, me zimanê tund bikar dianî. Hêvîdar im vê carê ev şer tenê di li ser ragihandinê be. Riyên ku PKK ji bo şer bipêş dixe, ne Kurd û Kurdistanî ye.”  

Taş got: “Tiştê ku PKK niha dimeşîne, hemû sedemên şer in. Lê heger em binêrin, emê bibînin ku Kurdistanê nû ji şerê DAIŞê derketiye, hîna xiyanetiya Kerkûkê û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser nebûne, hikûmeteke nû tê avakirin, ji hemû aliyan bêhtir PDK dixwaze aramî çê bibe.”

Amaje bi wê yekê kir: “Ji bo pirs bêne çareserkirin, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi aramiyê heye. Şerê di navbera PKK û Tirkiyê wê aramiyê têk dide. Tê gotin jî ev tiştê dibe, sînaryoyek di navbera Tirkiye û PKKê de ye, ji bo Tirkiye deverên Başûrê Kurdistanê bigire destê xwe.”

Taş tekez kir jî: “PKK ne hêzeke Kurdistanî ye û ti daxwazên wan ên Kurd û Kurdistaniyê nîn in û ji bo Kurd û Kurdistanê tune bike, van kiryaran dike. Dema Pêşmergeyên Roj gotin emê biçin Rojava biparêzin, PKKê got heger ew derbas bibin, dê şer derkeve. Şingal xaka Kurdistan ye, PKK bi Heşda Şeibî re dibêje were, lê rê nade Pêşmerge derbas bibe.”

Taş amaje bi nameyên Rêberê PKKê Abdulah Ocalan kir û got: “Di dema dawiyê de Rêberê PKKê Abdulah Ocalan di nameya xwe de got, divê PKK hestiyariya dewleta Tirkiyê li Sûriyê li ber çav bigirin. Lê belê PKKê ti carî hestiyariya Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistan nade ber çavê xwe. Li Başûr û Rojavayê bingehek bi xwîna milet, Pêşmerge û gerîla çê bûye û divê ew destkeft werin parastin, lê li şûna wê niha PKK har bûye, ji bo ev destkeft di destê Kurd de nemîne, her tiştî dikin. Li hemberê jî, hestiyariya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê jî li ber çav digirin û li dijî wan tevnagerin.”

Diyar kir jî: “PKK ji bo rakirina tecrîda ser Ocalan 7 mehan ket greva birçîbûnê. Lê niha tecrîda herî mezin PKKê daye ser Ocalan.”

Taş destnîşan kir : “Di şerê Kobanê de, Pêşmerge di yek bereyê de ligel YPGê şerê DAIŞê kir, niha heger Pêşmergeyên Roj vegeryana, dê parastina Efrînê kiribana, ne li dijî YPGê. Lê PKKê rê neda. Li hemberê jî PKKê vê hêza nû li Başûr durist dike, ji bo serweriya Başûr têk bide. Ev karê dijminên Kurdistanê ye. ”

  

 

S. B