Trump û Erdogan kirîna S-400 guftûgo dikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan tekez dike, ji bo kirîna sîstema mûşekî S-400 ji Rûsyayê, ti pirsgirêk tune ye û Serokê Amerîka dibêje, reng e çareyeke din ji bo wê pirsê bê dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan tekez dike, ji bo kirîna sîstema mûşekî S-400 ji Rûsyayê, ti pirsgirêk tune ye û Serokê Amerîka dibêje, reng e çareyeke din ji bo wê pirsê bê dîtin.

Îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di lûtkeya G-20 li Japonya de, bi awayekî cuda li gel Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin civiya.

Di civîna bi Putin re, Erdogan ragihand, ti giriftek bo kirîna sîstema bergîriyê ya esmanî S-400 a Rûsî nîn e û girêbesta wan bi Rûsyayê re bicih dibe. Niha kar li ser awayê wergirtinê tê kirin û kar ber bi dawiyê ve diçin.

Berî destpêkirina civîna Eredogan, Trump ragihand, ne dadperwerî li hember Tirkiyê hatiye kirin, ji ber ku îdareya serokê berê yê Amerîka Barack Obama nehîşt sîstema Patriot bifiroşe Tirkiyê, ji ber vê yekê ew neçar man ji dereke din mûşekên parastinê bikirin. Pêwist e bi dadwerî nêzî Tirkiyê bibin.

Serokê Amerîka aşkere kir jî, ew ji bo serdana Tirkiyê hatiye vexwandin, lê hîna dema serdanê ne diyar e ew û di pêwendiyên bi Enqerê re berdewam in.

Diyar kir, reng e rêçareyek ji bo pirsa kirîna S-400 ji aliyê Tirkiyê ve bê dîtin.

Erdogan jî da zanîn: Berî Her tiştî ew hevpeymanên stretejîk in. Ev ji bo hevkariyê bes e. Ew bawer dike hevkariya wan dê berdewam bike.

 

S. B