Şoreşa Şex Saidê Pîran, şoreşek a serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye

Şoreşa Şex Saidê Pîran a sala 1925an, şoreşek dîrokî ya serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Şoreşa Şex Saidê Pîran a sala 1925an, şoreşek dîrokî ya serxwebûn û azadiya  Kurdistanê ye.

Ligor hin vekolînan, Şoreşa Şêx Ûbeydullahê Nehrî bandorek mezin li ser Şêx Saidê Pîran hebûye.

Di Mijdar a sala 1924an de, ku pêvajoya serhildana Tevgêra Azadiyê hatibû destpê kirin, serkêşên rêxistinê Xalid Beg û Yusif Zîya hatin girtin.

Piştî van girtinan Şêx Saidê Pîran wekî Serokê Tevgera Azadî hat hilbijartin. Kurê Şêx Said, Elî Riza ligel Serokê Cemiyeta Bilind a Kurdistan Seyid Ebdulqadir re hevdîtin çêkir û piştgirî wergirt.

Serkêşiya Tevgêra Şêx Seîd Rêxistina Azadî ye. Paşê Tevli Komiteya Azadiya Kurdistanê Mîr Alay Xalid Begê Cibrî dibe, ku li Erzeromê sala 1921an de avakiri bû. Di sala 1923 ê de jî Navê Tevgêrê Kirin - Azadî.

Şêx Saîdê Piran, kesayetek kurdperwer, dilnizm, bi cesaret û giringî dida zanist û perwerdeya civakê û xwedan koçk, mal û xanedanek, bernîyas bû.

Nûnerê Tariqata Nexşebendiyan bû, ku di sala 1639 Bapîrê wî  Seyid Haşimî jî, ji aliyê Muradê 4em ve hatibû bidarvekirin.

Şêx Saîd 5 Ziman dizanîn.

Hikûmeta Tirkiyê, 13ê Sibata 1925an ser biser Mala Şêx de digrin û dixwazin mêvanên di male de ne, bigrin.

Şêx dibêje: Kurd xwe didin kuştin, mêvanan teslim nakin. Ser vê yekê şer destpê dike. Hejmarek leşkerên Tirk tên kuştin.

Edî Serhildan ji nişkê ve bê amadekarî destpê dike.   Navçeyê Gencê tê kontrol kirin, 21 Sibatê  Elezîz, Licê kontrol dikin û Diyarbekir tê dorpêç kirin.

Êrişa destpêkê ya liser Diyarbekrê şkestinê bi xwe ve tîn e. Di êrişa 2yemîn de, hêzên Kurdî têk dişkên.

İngilistan, ku Iraq di bin kontrola wan de bû, destûr neda ku ji devera Barzan ji bo serhildanê alîkarî were û Fransa jî, liser Surîyê re, piştgirîya Enqerê kirin.

Di 12ê Nisan 1925ê piştî şkestina Serhildanê, bi lez û bez dadgeh li Diyarbekirê saz dikin û Seyid Ebdulqadir û Kurê wî û çend hevalên wî, zû darvedikin.

Şêx Said Efendî, 15ê Nisanê liser Pira Seyda ya Gimgimê, dîl  girtin. Jibo Şêx Seid û 47 Hevalên wî jî, bi lez dadgeha çêkirî, biryara bidarvekirinê didin.

Gotinên dawî yên beriya bidarvekirinê ji Şêx Said: Ez ji bo Kurdistanê dibim Qurbanî, ez Poşman nîn im, bes zarokê me li hemberî vî dujminî, me ser şûr nekin".

Şêx Seid û 47 Hevalên wî di nav Meydana Diyarbekirê de 29ê Hezîranê bidarvedikin û termên wan jî, heta îro berze ye.

 

 

 

C.B