Fehîm Ebdullah: Avakirina grûpeke çekdar lîstina bi agir e

Serokê Encûmena Parêzgaha Duhokê Fehîm Ebdullah li ser kiryarên PKKê li deverên sînorî yên parêzgeha Duhokê ragihand, artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê şerê xwe xistina nava cih, war û gundên Duhokê, vê yekê jî bêzariyek di nava gundiyan de durist kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Parêzgaha Duhokê Fehîm Ebdullah li ser kiryarên PKKê li deverên sînorî yên parêzgeha Duhokê ragihand, artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê şerê xwe xistina nava cih, war û gundên Duhokê, vê yekê jî bêzariyek di nava gundiyan de durist kiriye.

Serokê Encûmena Parêzgaha Duhokê Fehîm Ebdullah  di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de got jî: Pêwîst bû tevgera rizgarîxwaz a Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li ser perensîpên û nerîtên rêzgirtina şert û mercên her perçeyeke Kurdistanê hatibin avakirin, lê PKKê rêz li van perensîpên şoreşgerane, Kurdatî û netewayetiyê nagire û ji encamên wê yekê jî bi rojane şehîd dibin û gund û deverên me têne şewitandin û rê li xelkê tê girtin û xelkê me yê sivîl dibe armancê bombebarana firokeyên Tirkiyê. Xelkê sivîl baca şerê artêşa Tirkiyê û PKKê dide.

Amaje bi wê yekê kir: Dijminên Kurdistanê her çi nakokî di navbera wan de hebin, li ser dijayetiya Kurd digihin hevdu. Başûrê Kurdistanê nû bi qehremaniya Pêşmerge rêxistina terorê DAIŞ şikand û li ser astê navdewletî wek herêmeke nîv serbixwe tê dîtin, loma pêwîst e aliyên Kurdî heger piştevaniyê lê nekin, nabe dijayetiya wê bikin û astengî û aloziyan jê re çê nekin.

Fehîm Ebdullah  got: Xelk êdî ji grûpên çekdar bêzar bûye û nehletê lê dike. Damezandina vê grûpê ji aliyê PKKê ve, ne tiştekî xerîb e, PKKê her roj grûpekê û bandekê û di bin alekê de û bi navekî ne ava dike. Avakirina grûpeke nû ji aliyê ve be, lîstina bi agir e. Heger PKKê rêzê li serwerî û berjewendiya gelê me negire, emê çi ji hêzên Tirkiyê hêvî bikin. Tiştê PKK dike, sivikirina doza Kurdî di çavê dost û dijman de ye.

 

 

S. B