PYD danûstandinan girêdayî Komîteya destûrî ya Sûriyê de dike

Şêwirmendê PYD ragihand, di derbarê Komîteya Destûra Sûriyê de danûstandinên wan bi aliyên Navdewletî û Erebî re berdewam in

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê PYD ragihand, di derbarê Komîteya Destûra Sûriyê de danûstandinên wan bi aliyên Navdewletî û Erebî re berdewam in .

Şêwirmendê Partiya Yekîtiya Demokrat û Endamê Civata Serokatiya Encûmena Sûriya Demokrat Sîhanok Dîbo ji bo rojnameya Şerq elEwset ragihandiye,  di derbarê Komîteya Destûra Sûriyê de, ew niha danûstandinan bi Hevpeymaniya Navdewletî, Amerîka û hejmarek ji welatên Erebî re dikin.

Bi gotina wî, pêkanîna wê Komîteyê û vejandina prosêsa siyasî, bi tevlîbûna MSD di nava wê komîteyê ve girêda ye.

Dîbo red jî kir, ku wan daxwaz kiribe, tevlî Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê bibin. Bi gotina wî, ew Deste bi ser neketiye û pêwîst e, ji nûve rêzên xwe rêkbixe.

 

 

 

C.B