Tirkiye: Binpêkirinên mafên rojnamevaniyê ya 6 mehan
K24 – Navenda Nûçeyan
Insiyatifa Rojnamegerên Azad girêdayî binpêkirinên mafên rojnamegeriyê yên 6 mehên destpêkî ya sala 2019an raporek belav kir.
Di raporê de tê eşekerekirin, ku rojnamevan di armanca tade û zordariyê de bûn e.
Tê ragihandin, ku niha di girtîgehên Tirkiye de 154 rojnamevan girtî ne.
Ligor raporê di 6 mehên destpêkî ya sala 2019an de:
154 rojnamevan girtî ne.
34 rojnamevan hatine binçav kirin.
11 rojnamevan dinav van 6 mehan de hatine girtin.
Li hember 29 rojnamevanan doz hatiye vekirin.
Li hember 8 rojnameyan doz hatiye vekirin.
22 rojnamevan hatine serbest berdan
2 rojnamevan hatine dersînor kirin
C.B