Imamoglu bo K24: Derfet çêbe, dixwazim seredana Demirtaş bikim

Imamoglu di bersiva xwe bo K24 de diyarkir: Derfet çêbibe bêguman dixwazim seredana Demirtaş bikim

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu piştî seredanên xwe yên liqên Stenbolê yên Partiya Saadetê û Partiya IYI, seredana liqê bajarê mezin ê Stenbolê yê HDP jî kir.

Piştî hevdîtina ligel birêvebirên HDP, Imamoglu bersiva pirsên rojnamevanan da. Liser pirsa Nûçegîhanê K24: Dê seredana hevserokê berê HDP Selahaddin Demirtaş ê ku di dema bangeşeya hilbijartina şaredariya Stenbolê piştevaniya wî kir, li girtîgeha Edirne bike?

Imamoglu di bersiva xwe bo K24 de diyarkir: Derfet çêbibe bêguman dixwazim seredanê bikim.

Imamoglu anî ziman: “Mn spasiya birêz Demirtaş liser helwêst û piştevaniya wî ya berî hilbijartina 23ê Hezîranê, kiribû. Ev helwêst û piştevanî ji bo me cihê giringiyê ye. Gelek caran ji me dipirsin – ew girtî ye. Lê, çima girtî ye? Her kes dixwaze bizanibe, ez jî dixwazim bizanim. Ger ne dadweriyek hiquqî pêkhatibe û mexdûriyet hebe, ez ligel wan kesan im… Divê ev binpêkirin, berteref bibe”…

 

 

C.B