PDK-Bakur: Bi helkefta salvegera 53 saliya şehîd Faik Bucak

Piştî mehêkî damezrandina Parti ji aliyê 5 welatparêzan ve, liser peşnîyar û daxwaza Fehmî Beg(Bîlal) ê Licêyî li Dîyarbekîr tu bûyî serokê Partiya me PDKT.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur bi egera salvegera şehadeta Faîk Bucak, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Bi helkefta salvegera 53 saliya şehîd Faik Bucak
6 sal Piştî rojbûna we Rabûna Şêx Seîd Efendî pêk hat û 2 Xalê te yê mezin ji aşîrê Mirdês ji aliyê kolikê Şukrî û Nurî axa hatin dardakirin. Wê demê diya te ji aliyê jenderme ve ber çawên te hate kotekkirin. Ji wê deme pêve destpêkir kû te fêhm kir Kurd buyîn çiye.
Xortaniya xwe da li Stanbolê M.R.Bucak û Abdurrahîm Zapsu ya Çolemergê, we li mala xwendekaran ya Dîcle “Dicle Talebe Yurdu” komkiribu. Destpêkê Kurdayetî 
Dema Komara Kurdistan li Mahabadê hate avakirin, helbesta te ya 
“Qazî tê haydî leşker,
Rabe ji hev bimeşe şer……” 
Heviya te bilind dibu.
Piştî dema bê dengî, tengasî û tarî ya Kurdistanê, te Gazinç ji Xwedê dikir û digot: 
“Ne nan e, ne dan e, ne şîv û taştê,
Ho rebiyo ew qas derd û bela ji kuva tê.…. “
Te qîmet dida Kêmnetewan û Ola “Misilman, Cihû(Yahûdî), Êzîdî, Mesîhî(Kirîstiyanî), Armenî û Aşûrî...”. Îro kurê Aşirî Şarkiyan Avdo Yuksel li Wêranşahr li gel me ye. 
1960 tu hatî dîl girtin, çuyî surgunê Sêwas, hepsên
(girtîgehên) Balıkesir û Eskişehir.
Dema Şoreşa îlonê  bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî li Başurê welat destpekir, Heviya te bilind bû, di helbestê xwe da tu wiha digot: 
“Xeber hate ji Iraq,
Hindik maye rojhilat,
Davêjin top û tifîng,
Barzanî bo me bu pilîng....”
Piştî mehêkî damezrandina Parti ji aliyê 5 welatparêz, ser peşnîyar û daxwaza Fehmî Beg(Bîlal) a Licê li Dîyarbekîr tu buyî serokê Partiya me PDKT.
Tu tim û tim pesina Barzanî yê Nemir didan Piştî ku Şehîd buyî (05.07.1966), gotinên te rast derket.
Li Kurdistan’a Başur, piştî erîşa DAIŞ ya dijî mirovatî, Pêşmergeyên leheng(qehreman) bi piştgiriya hêzên nawnetewî ser ket. Piştî serkeftina Referanduma Serxwebunê jî (93% gele me erê got) xiyanetê navxwe pişta me şikand lêbelê bi siyaseta dûrbîn a Serok Mesut Barzanî rewşa Herema Kurdistan normalîze bû û niha jî pêşve diçe.

Li Rojavayê Kurdistan Kurd berxwedidin, li Rojhilat Pêşmerge sengeranda ye, Bakur Kurd bune aktorên girîng a siyasî, lê pêşveçûn hîn kêm e. Ew jî dixebitin û dixwazin bibin layiqê we.

Bi navê PDK Bakur, Şehîd FAİK BUCAK em serê xwê li ber tê û hemû Şehîdên KURDİSTAN ditewînin. Em dixebitin lê soza me hîn ne hatîyê cih. Hevîdarim em MIZGÎNIYA SERXWEBÛNA DEWLETÊ Lİ HEREMÊ KURDİSTAN bidin te.

Tu û hemû Şehîdên me çi li Bakur, an Başur, an Rojava an jî Rojhilat hûn li dilê me da her dijîn!

Bijî Kurdistan, tu her bijî!