Li Tirkiye proseya avakirina Partiyên Nû destpê kiriye

Li Tirkiyê, piştî ku Partiya desthilatdar AK Partî di hilbijartinên 31ê Adarê de dengen xwe kêm kir, babeta avakirina partiyên nû, ji rojevê derneketin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, piştî ku Partiya desthilatdar AK Partî di hilbijartinên 31ê Adarê de dengen xwe kêm kir, babeta avakirina partiyên nû,  ji rojevê derneketin e.

Di avakirina van partiyan de, navên Serokomarê berê Abdullah Gul, Serokwezirê berê Ehmed Dawidoglu û Wezirê Hikûmetê Ali Babacan berdewam hate rojevê.

Serokomarê Tirkiyê hewldanên avakirina partiyên nû rexne kir û got: Ew, dest valayî dê vegerin.

Serdozgerê Komarî yê Enqerê jî, di derbarê Alî Babacan de, doz vekir.

Li Tirkiyê, piştî ku Partiya desthilatdar AKPê di hilbijartinên 31ê Adarê de dengen xwe kêmkir, babeta avakirina partiyên nû,  ji rojevê derneketin e.

Trafîka hevdîtinan ji bo avakirina partiyên nû bi şêwazeke nehênî, beyî ku navan eşkere bikin, hatiye destpêkirin.

Her çend Serokomar bi daxûyaniyên curecûr bêzariya xwe derbirî be jî, lê iddiaya avakirina partiyan ranewestiya û di rojeva Tirkiyê de cîhek giring wergirt.

Di avakirina van partiyan de, navên Serokomarê berê Abdullah Gûl, Serokwezirê berê Ehmed Dawidoglu û Wezirê Hikûmetê Ali Babacan hate rojevê.

Hetta iddiaya çend kombûnan jî dikin, ku dawiyê lihev nekirin e û wek dû tayên cuda, dê xebata partiyên xwe birêve bibin.

Serokwezirê Berê yê Tirkiyê Dawidoglu bi şêwazeke vekirî hikûmet rexne kir û got: Bi gefan û zordariyê, kes nikare serkeftinê bidest bixe.

Serdana xwe ya destpêkê li Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê pêkanî û got ew dixwazin aştî û aramî hebe, şer û pevçûn nemîn in.

Ehmed Dawidoglu - Serokwezirê Berê yê Tirkiyê got:

Li gorî İddiayan û ragihandina Tirkiyê partiyek din, ku dê ji AKPê veqete serkêşiya wê  jî, dê Alî Babacan  bike û Abdullah Gul jî, dê piştgirîya wê bike.

Lê di dema van gotûbej û munaqeşan de, Alî Babacan serdana Serokomar Erdogan da.

Kombûn bi şêwazeke girti hat encam dan.

Gotebêjê Serokomariyê ev kombûna ragihand û got: Ew nikare encamên kombûnê ragihine.

Ibrahim Kalin - Gotebêjê Serokomariya Tirkiyê diyarkir:

Rast e Ali Babacan hevdîtinek li gel Serokomarê me çêkirîye, lê ez nikarim encamên wê bo we bêjim…

Serokomarê Tirkiyê piştî vê hevdîtinê, bi daxûyaniyekê ragihand, ku ew kesên dixwazin partiyek sîyasî ragihînin, sernakevin.

Erdogan got: Hin derdor dixwazin, di bin sîbera AKPê partiyek nû ragihînin, lê ew partî wek çûwalek vala dê hilweşe.

Tê gotin, ku hevdîtinên partiya nû dê herî kêm 60 parlamenteran ji AKPê veke û rêjeyek ciddî dengdêrên wan aliyan jî, ber bi xwe ve bikêşe.

Piştî van hemû pêşketinan, Serdozgerê Komarî yê Enqerê di derbarê Alî Babacan de, doz vekir ku dema Wezirtiya xwe de, alîkariya Tevgêra Gulen kiriye.

Serdozger îddia dike, ku kesê bi nave Alî Babacan, di dema erkê xwe yê Wezîrtîyê de bû ye, sîyasetek xelet  a aborî birêve biriye û kadirên Gûlen, ji vê xeletiyê mifa wergirtin e.

 Dozger bi, berpirsiyariya arîşeyên aborî, mifa wergirtina Gulen, sîxurtiya nava dewletê, pêwendiyên dewletê ligel vê rêxistinê,  Alî Babacan tewanbar dike.

 

 

 

C.B