Cebar Yawer: Avakirina hêzekê ji aliyê PKKê ve ne yasayî ye

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer radigihîne, bi sedema şerê PKK û artêşa Tirkiyê 450 gundên Herêma Kurdistanê vala bûne û avakirina hêzekê ji aliyê PKKê ve şaşîtî ye û ne yasayî ye. PKK opozîsyona welatekî din e û parastina Herêma Kurdistanê tenê erkê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Navxweyî ve ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer radigihîne, bi sedema şerê PKK û artêşa Tirkiyê 450 gundên Herêma Kurdistanê vala bûne û avakirina hêzekê ji aliyê PKKê ve şaşîtî ye û ne yasayî ye. PKK opozîsyona welatekî din e û parastina Herêma Kurdistanê tenê erkê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Navxweyî ve ye.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re ragihand, bombebaran û topbarana sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve, bi sedema hebûna hêzên opozîsyona wan welatan li ser sînor e, ev babeteke serweriyê ye û divê hikûmeta Iraqê bi wan welatên cîran re li ser derbaskirina sînor guftûgoyan bike, ji ber ku li gor destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê nikare li ser sînor guftûgoyan bi welatan re bike.

Cebar Yawer got: “Aboriya Herêma Kurdistanê bi her du welatan Tirkiye û Îranê ve girêdayî ye, ji ber wê hebûna aloziyan li ser sînor pirsgirêkan ji welatiyên Herêma Kurdistanê re dirust dike.

Aşkere kir jî: Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê heta niha 450 gundên Herêma Kurdistanê vala bûne, xelk nikare vegerin ser mal û zeviyên xwe. Di vê dawiyê de jî çend welatî jî şehîd û birîndar bûn, ku ti pêwendiya wan bi şerê PKK û Tirkiyê ve nîn e. Divê ew her du alî têbigihin ku bikaranîna sînorê Herêma Kurdistanê li dijî welatên cîran, dibe sedema têkdana rewşa ewlehiyê û welatî dibin qurbanî. Divê têbigihin ku nabe xaka Herêma Kurdistanê ji bo lêdana welatan bikar bê, belkû divê bi xwe wê yekê li ber çav bigirin, ji ber ku ezmûna Herêma Kurdistanê ji beşên din ên Kurdistanê re dibe sûdek.”

Derbarê pêwendiyên Wezareta Pêşmeger û PKKê de Cebar Yawer got: Ti pêwendî û hevahengî di navbera Wezareta Pêşmerge û PKKê de nîn e. Pêşmerge hêzeke fermî û yasayî ya Herêma Kurdistanê ye û yasa rê nadin ku pêwendî bi opozîsyona welatên din re bên girêdan. Em dixwazin pirsgirêkên hêzên Herêma Kurdistanê çareser bikin û hemû hêzan di çarçova Wezareta Pêşmerge de rêk bixin û di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de reformê di Wezareta Pêşmerge de encam bidin.”

Derbarê damezirandina hêzekê ji aliyê PKKê ve li Herêma Kurdistanê, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge got: Ev şaşîtiyeke PKKê ye. Li Herêma Kurdistanê hikûmet û parlemanto heye, hêzên Pêşmerge û hêza navxwe hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê ne û kar erkê wan bi yasyê hatine rêkxistin. Herêma Kurdistanê bi hêzên fermî tê parastin, nabe ti hêzek li derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê damezirandin. Çawa dibe hêzeke opozîsyona welatekî din be û bibêje Herêma Kurdistanê diparêzin?”

Diyar kir jî: “Gelek caran Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl daye pirsgirêkên di navbera PKK û Tirkiyê de bi guftûgo bên çareserkirin.”

 

S. B