Parlemana Kurdistanê çend guhartinan dike

Parlemana Kurdistanê ji bo gengeşekirina serastkirina yasaya encûmena parêzgehan dicive. Biryar e jî bi dana baweriyê bi hikûmet nû re, Desteya Serokatiya Parlemanê jî bê guhartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemana Kurdistanê ji bo gengeşekirina serastkirina yasaya encûmena parêzgehan dicive. Biryar e jî bi dana baweriyê bi hikûmet nû re, Desteya Serokatiya Parlemanê jî bê guhartin.

Ji salekê ve ye dema yasayî ya encûmena parêzgehan bi ser çûye û ketiye nava valahiyeke yasayî, bo vê mebestê jî îrp Parlemana Kurdistanê dicive û çend madeyên girêdayî bi yasaya encûmena parêzgehan serast dike.

Herwiha biryar e di dawiyê vê hefteyê de Parlemana Kurdistanê baweriyê bide hikûmeta nû. Ligel wê jî Fraksiyona YNKê li Parlemanê daxwaz dike, berî bawerî bi hikûmetê were dayîn, seroka nû ku Zîwar Fayiq e bê hilbijartin.

Ji bilî wê jî, ji ber wergirtina çend postên wezarî, çend parlemanter dest ji kar dikişînin, ji wan jî Dr. Vala Ferîd, Pêgerd Talebanî û serokên fraksiyona Partiya Sosyalist û Bereya Turkmenî ne.

Biryar e her îro jî û di konferanseke rojnamevanî de, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) navên kandîdên xwe ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re aşkere bike.

 

S. B