Demîrtaş: Tometên li ser min ji rastiyê dûr in

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi daxuyaniyekê got, 5 xalên tohmetê ku li ser wî hatine destnîşankirin, ji rastiyan dûr in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi daxuyaniyekê got, 5 xalên tohmetê ku li ser wî hatine destnîşankirin, ji rastiyan dûr in.

Selahattîn Demîrtaş da zanîn, ew di 5 xalan de tê tewanbarkirin ku ew doz ji aliyê Dozgerê Komarê yê sala 2009an Ugur Ozcan ve hatibû amade kirin.

Demîrtaş got jî: Lê Dozger Ugur Ozcan piştî darbeya leşkerî ya sala 2016ê, bi tohmeta endametiya Tevgera Gulen hatiye cezakirin û niha di zîndanê de ye.

Selahaddin Demirtaş wan 5 xalên tohmeta Dozger Ugur Ozcan ji raya giştî re şîrove dike û dibêje, wî di Dadgehê de ev xal hemû tekezkirî ye ku ji rastiyan dûr in.

Demirtas di derbarê yekem tohmetê de dibêje, tomet ew e “KCKê di sala 2009ê ji wî re nameyek birê kiribû û jê xwestiye ku di parlamenê de Kurdî bixwîne.” Lê çi name wî wernegirtine û tekeziya wan jî, derket derew e. Di wê rojê de, birêz Ehmed Turk di parlamenê de bi Kurdî axaftinek kiribû. Paşê jî Dozgerê tohmet şandibû parlamenê,  Ugur Ozcan bû.

Tohmeta duyem: Tê îddiakirin ku nameyek PKKê ku ji malbateke Elezizê re şandiye, ji aliyê wî û Gultek Kişanak ve hatiye radestkirin. Lê paşê dadgehê tekez kir ku ev name ne PKKê birê kiriye, belkû ji kompûtêra Abdullah Demirtaş ve hatiye nivîsandin û çi pêwendî bi PKKê re nebûye.

Tohmeta sêyem: Ew bi axaftinên bi riya telefonan bi PKKê re hatine kirin tê tawambar kirin. Ev kesên di dosyê de wek axaftinên PKKê hatine nîşandan, rêveber û kadroyên HDPê derketine, ev tomet jî ji aliyê Dozgerê Tevgera Gulen Ugur Ozcan ve hatiye amadekirin.

Demirtaş tohmeta çarem wiha şîrove dike: Ez bi beşdarîya Kongreya Civaka Demokratîk ve têm tawambar kirin. Lê ligel min Parlamenterê AK Partiyêê Galip Ensarioglu û Yasin Aktay jî beşdar bûn. Ev rêxistin fermî ye û di nav arşîva partiyên vexwendî  ji bo destûra nû jî, hatiye tomarkirin. 

Demirtaş tometa pêbcem jî wiha şîrove dike: Konferansa Ewropa ye ku wî bi Nûnerê HDPê Faik Hoca re bi telefonê axiviye. Faik Hoca jî wek  nûnerê KCK tê tometbarkirin. Mewlud Cavuşoglu Faik Hoca baş nas dike û di Konseya Ewropa de hev dîtine.

Demîrtaş dibêje, çend twitterên sexte ku min li gel Murad Karayilan axifiye hatine amadekirin, ew jî bi belge tespit bûye ku çi rastiya wan nîn e. Çûna wî ya Qendilê jî bi agahiya Hikûmetê û Serokomarê dema pêvajoya aştiyê çûye.

Hevserokê berê yê HDPê dibêje: Axaftinên wî yên di parlamenê de çi bûne, yên derveyî parlamenê jî heman nêrîn in û li gorî Destûra Bingehîn ya Tirkiyê di xala (83) benda (4) ew ne tawan e.

Demîrtaş dide zanîn: Dadgeha Mafê mirovan ya Ewropa biryar ser doza wî daye ku pêwist e serbest bê berdan, ji ber ku çi tewanek terorî encam nedaye. Nêrîn û hizir jî, li gor peymanên Ewropa yên Tirkiyê li ser îmze kirine, asayî ye.

Hevserokê berê yê HDP Selahettin Demîrtaş ji sala 4ê Mijdara 2016an ve di zindanê de ye bi pesindayîna PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan hatibû tohmetabarkirin û darizandin sizaya 4 sal û 8 meh li ser wî hatibû dayîn.

 

S. B