Sibe Parlemana Kurdistanê deng dide kabîneya nû

Siba Çarşemê 10ê Tîrmehê, Parlemana Kurdistanê dicive û deng dide pêkhateya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesûr Barzanî û cîgirê wî û wezîr sûnda yasayî dixwin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siba Çarşemê 10ê Tîrmehê, Parlemana Kurdistanê dicive û deng dide pêkhateya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesûr Barzanî û cîgirê wî û wezîr sûnda yasayî dixwin.

Peymanêrê K24ê ji Parlemanê ve da zanîn, Parleman amadekariyên civîn û dengdana li ser kabîneya nû û rêûresma sûndxwarina Serokwezîr, cîgir û wezîran temam kiriye.

Got jî: Îro C.Vyên kandîdên kabîneya nehem ya Hikûmetê gihîştin destê parlemanteran, li gor bernameya kar jî sibe demjimêr 11:00 civîna Parlemanê ji bo dengdana li ser kabîneya nû destpê dike.

Duhî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî lîsta pêkhateya kabîneya pêşniyarkirî radestî Parlemana Kurdistanê kiribû.

 

S. B