Partiyên bakur: Hukimeta Nû bi Serokwezîriya Mesrûr Barzanî li gelê Kurdistanê pîroz be
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiyên bakurê Kurdistanê bi peyamên cuda pîrozbahiyên xwe arasteyî Kabîneya Nehem a Hukimeta Herêma Kurdistanê kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelik û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesut Tek daxwazên xwe yên serfiraziyê gihandin Kabîneya Nehem.
Di daxûyaniyên xwe de Partiyên bakurê Kurdistanê baweriya bi serkeftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kabîneya Wî tîn in, ku di rêya Kurdistanek bihêz de, dê serkeftî bin.
Herweha ragihandina Kabîneya Nehem, bi pîrozbahiyan ji gelê Kurdistanê re, li her çar perçeyên Kurdistanê dikin.
C.B