Amerika piştevaniya xwe bo Mesrûr Barzanî anî ziman
K24 – Navenda Nûçeyan
Konsûlxaneya Amerika ya Hewlêrê, peyamek pîrozbahiyê ji bo Kabîneya Nehem û Serokwezîriya Mesrûr Barzanî belav kir û piştevaniya xwe anî ziman.
Di account a xwe ya twitterê ya fermî de, Konsûlxaneya Amerika peyamek arasteyî raya giştî kir. Di peyamê de pîrozbahiya hilbijartina Serokwezîriya Mesrûr Barzanî kir.
Di peyamê de hat: “Em pîrozbahiyên xwe radighinîn Kabîneya Nû ya hukimeta herêma Kurdistanê. Amerika di çarçoveya berjewendiyên dualî de, dê di hewla pêşxistina pêwendiyên xwe ligel herêma Kurdistanê be”.
Mesrûr Barzanî û Kabîneya Wî, ji Parlementoya Kurdistanê bawerî wergirt û karnameya xwe ya giştî jî, pêşkeşî Parlementoya Kurdistanê kir.
C.B