Artêşa Tirkiyê xalên YPGê li bakurê Helebê armanc dike

Artêşa Tirkiyê binkeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li devera li bakurê Helebê bi mûşekan armanc kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê binkeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li devera li bakurê Helebê bi mûşekan armanc kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê bi mûşekan xalên YPGê li gundên girê Medîq, Bêloniyê û Şêx Îsa li bakurê Helebê mûşekbaran kirin.

Rewangeha Sûrî, ti zanyariyên derbarê ziyanan de belav nekir.

Her car şer di navbera artêşa Tirkiyê û YPGê li navçeyên bakurê Helebê û derdora Til Rifetê derdikeve, roja 6ê vê mehê jî li gundê Meranazê jî derketibû û topên Hawinê ji her du aliyan ve hatibûn avêtin.  

 

S. B