Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryar derkirin

Îro Duşemê 15ê Tîrmeha 2019an Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe ya fermî girê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Duşemê 15ê Tîrmeha 2019an Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe ya fermî girê da.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr bi navê Encûmena Wezîran spasî li xelkê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li mûçexuran, Pêşmergeyên qehreman û malbata şehîdan û kir, ku di salên bûrî de milê xwe dan ber berevanî û parastina serweriya Herêma Kurdisatanê û bi qehremanane rûbirûyî hemû dijwarî, nexweşî, qeyran û dorpêçan bûn û soz dan di xizmetkirina welatiyan de bê cudahî xemsariyê nekin.

Her di wê civînê de, Encûmena Wezîrên, wezîrên xwe raspardin di bin ronahiya hêlên giştî yên karnameya Kabîneya Nehem de, bernameya karên wezaretên xwe di heyama 30 rojî de darêjin û pêşkêşî Encûmena Wezîran bikin, ji bo bê pesendkirin û bikeve warê bicihkirinê.

Di civînê de, Serokê Encûmena Wezîran ragihand, sibe şandeke bilind a Hikûmeta Herêmê ji bo nîşandana niyazpakiyê serdana Bexdayê dike, ji bo guftûgokirin di derbarê dîtina çareyeke guncaw di çarçova destûrê de ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane.

Herwiha di civînê de, Birêz Serokwezîr çend biryarên girîng derbarê dewama wezîran, xwedî wezîfeyên bilind, karmendên Herêma Kurdistanê, nehîştina rotîn û diyardeya bertîlan di nava dam û dezgehên hikûmetê de pêşkêş kirin û piştre jî bi koma dengan hatin ûesendkirin.

Deqa biryarên yekem civîna Encûmena Wezîran:

Yekem: Tevahiya wezîran û xwedî postên bilind divê bi dewama fermî ya wezaretên xwe pabend bin, ji destpêka dewama rojên Yekşemê û ta dawiya dewama fermî ya roja Pêncşemê.

Duyem: Tevahiya karmandên Hikûmeta Herêmê divê bi dema diyarkirî ya dewama fermî pabend bin û nabe ti kesek di dema dewama fermî de cihê xwe bihêle, yan karekî din li derveyî erkên xwe bike.

Sêyem: Karmend divê pabend bin bi parastina nehêniyên karûbarê dezgehên xwe û nabe zanyariyên ku bi nehênî hatine hilgirtin, li derveyî rêyên yasayî bên aşkerekirin.

Çarem: Divê rotîn di dam û dezgehên hikûmetê nemîne û tevahiya dosyên welatiyan bi awayekî bilez û hûr ji aliyê karmendan ve bê cibicîkirin. Herwiha bersivdayîna gilî û pirsên welatiyan bi awayekî bilez û guncaw bidin, erkê dam û dezgehên hikûmetê ye û divê bersiv ron û aşkere ji dosyên welatiyan re hebe û hokarê her derengxistinekê yan nedana razemendiyê bi ronî û aşkere be û pêwîst e di hemû dam û dezgehên hikûmetê de rêz li welatiyan bê girtin.

Pêncem: Diyardeya bertîl û wergirtina bertîlan di nava dam û dezgehên hikûmetê de hest pê tê kirin, ji ber wê nehîştina vê diyardeyê dibe yek ji karên pêşîne yên wezîr û berbirsên bilind ên Hikûmeta Herêmê û ev babet bi ti awayekî çav lê nayê girtin û serpêçkar jî bi tundî tê sizadan.

 

S. B