Li Hewlêrê agir bi du komgehên çekan ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro berbangê agir bi du komgehên çek, teqemenî û cebilxaneya hêza Zêrevanî li nêzîkî Hewlêrê ket.
Agir bi du komgehên çekdan li ser riya Hewlêr û Giwêr ket û di encamê de çend gule û top teqiyan, lê ti ziyanên canî nebûn.
Di wê derbarê de Emîd Dîdwan Xorşîd ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 4:00 agir bi komgehên çekan ket û sedema wê jî şortê kehrebê bû.
Diyar kir jî, di wan komgehan de çekên sivik, mamnavend û giran hebûn. Herwiha agir jî hat kontrolkirin.
Aşkere kir jî, komîteke taybet ji bo lêkolînê û diyarkirina sedema sereke ya vêketina agir pêk hat û wê komîtê dest bi karê xwe kiriye.
.