Jeffrey ji bo herêma ewle seredana Tirkiye dike

Şanda Amerîkî bi serpereştiya James Jeffrey seredana Tirkiyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Amerîkî bi serpereştiya James Jeffrey seredana Tirkiyê dike.

Nûnerê Taybet yê Amerîka taybet bo Sûriyê James Jeffrey û şanda pê re, roja duşemê serdana Tirkiyê dike.

Li gor agahiyan, şanda Amerîkî di çarçoveya civîna Grûba Xebatê ya Sûriyê serdana Tirkiyê dike û mijara sereke, çawaniya avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê û şerê dijî terorê ye.

Çavkaniyên Tirkiyê didin xuyakirin, Jeffrey xwestiye bi Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin re jî bicive, lê aliyê Tirkiyê hîn bersiv neda ye.

 

 

 

C.B