Çiftyurek: CHP di rêça AK Partî re biçe, dê ew jî bişike

Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP-Bakur) Sinan Çiftyurek di çarçova beşdariya bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê de li ser egerên destpêkirina pêvajoya aştiyê, destûra nû, sekna beramberî rastiya Kurd û bijardeyên lipêş Tirkiye nerînên xwe vegotin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP-Bakur) Sinan Çiftyurek di çarçova beşdariya bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê de li ser egerên destpêkirina pêvajoya aştiyê, destûra nû, sekna beramberî rastiya Kurd û bijardeyên lipêş Tirkiye ragihand, Piştî hilbijartinan gelek mijar derketin pêş,  wek gengeşeya destûra nû, sîstema seroksatiyê û hilbijartinên pêşwext destpê kir, herwiha girêdayî wê jî li Tirkiyê diyar bû ku Kurd li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn aktorên girîng in û ti kes bê Kurd nikare siyasetê bimeşîne.

Herwiha got: “Kî bibe Kurdan li dijî AK Partiyê deng da CHPê, ew rewşê baş naxwîne. Kurdan peyam da AK Partî û da CHPê jî, ew peyam jî wiha bû: “Me îro partiya herî girîng şikand, heger tu (CHP) jî sibe di rêça wê de bimeşe, emê te jî bişkînin.” Li vir ku qeyrana aborî jî giran bûye, du rê li pêş AK Partiyê hene, yan dê biçe hilbijartinên pêşwext, yan jî şerekî li derveyî sînor derxe, ta ku van gengeşeyan binax bike.”

Amaje bi wê yekê jî kir: “Kurd dixwazin pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane çareser bibe, lê Tirkiye ne amade ye, lê neçar e. Tirkiye vê carê tenê bi partiyekê nade pêşiya xwe, lê dixwaze wek Tirkiye bide pêşiya xwe. Li Samsonê 8-9 partiyan got em îtîfaqa Tirkiyê ne, li hember vê jî divê Kurd jî bibêjin em îtîfaqa Kurd in.”  

Ji aliyê xwe ve Parlementerê HDP Nusrettin Maçin got: Li Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd hîna ti gavine zelal tune ne, lê li Rojhilata Navîn geşbûne diqewime Tirkiye hem li Rojhilata Navîn û hem li navxwe û Bakurê Kurdistanê siyasetên li dijî Kurd û Kurdistanê dimeşîne. 3 sal in Teyip Recep Erdogan wek Serokê Tirkiyê siyaseteke qirkirinê dimeşand. Piştî hilbijartinên 31ê Adarê jî heman ziman bikar anî û got: Kurdistan li vir nîn e.

 

 

S. B