PYD: Divê bi çavdêriya Hevpeymanan çare ji Efrîn re bê dîtin

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen dibêje, ew Tirkiyê li Efrînê wek hêzeke dagîrker dibînin û dixwazin ji bo Efrînê di bin çavdêriya Hevpeymaniya Navnetewî de çare bê dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen dibêje, ew Tirkiyê li Efrînê wek hêzeke dagîrker dibînin û dixwazin ji bo Efrînê di bin çavdêriya Hevpeymaniya Navnetewî de çare bê dîtin.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji malpereke Tirkiyê re axivî û got, Tirkiye piştî krîza kirîna mûşekên S-400 ya bi Amerîkayê re, şandina hêzên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye û eger hêzên navnetewî pêşî lê negire, dê operasyonê encam bide.

Da zanîn, Kurd derbarê krîza Sûriyê de beşdarî danûstandinan nebin, çareserî pêk nayê û got, Rûsya û Fransa û Amerîka dixwazin aliyê Kurd beşdarî hemû civînên hewlên çareseriyê bibin.

Şahoz Hesen da xuyakirin, ew Tirkiye li Efrînê wek hêzeke dagîrker dibînin û got, divê bi çavdêriya Hevpeymaniya Navnetewî bo Efrînê çareserî were dîtin.

Ev daxuyaniya Hevserokê PYDê di demekê de ye, çend roj in artêşa Tirkiyê çend karwanên leşkerî şandine Serêkaniya Bakurê Kurdistanê û li hember Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bicih kirine.

Ji aliyê xwe ve jî, Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê ji rojnameyek nêzîkî PKK re got, Hêzên Sûriya Demokrat naxwaze digel Tirkiyê şer bike, lê ger Tirkiye êrîşî her navçeyek Kurdî li Rojhilatê Firatê bike, ew ê hemû navçeyê bikin meydana şer.

 

S. B