ENKS: Amerîka dê hin mercên Tirkiyê li Rojava bicih bîne

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir li ser gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ne tiştekî nû ye. Guftûgoyên niha ya Amerîka bi Tirkiyê re jî ji bo nehîştina wan gefan e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir li ser gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ne tiştekî nû ye. Guftûgoyên niha ya Amerîka bi Tirkiyê re jî ji bo nehîştina wan gefan e.

Mihsin Tahir ragihand, hêzên Amerîkî li Rojhilata Firatê ne û dê rê nede wek rewşa Efrînê li rojhilatê Firatê dubare bibe. Lê Amerîka dê hin şert û mercên Tirkiyê bicih bîne.

Herwiha got: Amerîka û Tirkiyê kar li ser avakirina herêma ewle ya pêşniyazkirî li rojhilata Firatê dikin û Tirkiyê dê beşek ji şert û mercên Tirkiyê li ser wê herêmê qebûl bike.

Got: ENKS gefên Tirkiyê cidî dibîne û di wê derbarê bi welatên pêwendîdar ên cîhanê bi pirsa Sûriyê re di pêwendiyê de ye. Lê bawer nakin sînaryoya Efrînê li rojhilata Firatê dubere bibe.

Derbarê yekrêziya helwesta tevgera Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de Mihsin Tahir got: ENKS bi cidî pêşwazî li yekrêziya navmala Kurdî dike, lê ta îro TEV-DEM ne cidî ye. Divê TEV-DEM gefên Tirkiyê cidî bibîne û hevbeşiya siyasî û leşkerî ya Kurdî qebûl bike.

Li ser destpêşxeriyên nêzîkbûna tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Mihsin Tahir got: Amerîka û Fransa heger cidî bin bo yekrêziya Kurdî, dê fişarê li her du aliyan bikin û bigihin encamekê. Lê wek tu xuyan, ne Amerîka û ne Fransa ta asta pêwîst ew destpêşxerî nekirina karên xwe yên pêşîne.

 

 

S. B