Encûmena Leşkerî ya Serê Kaniyê bo Tirkiyê: Teror li cem tune ye

Fermandariya Encûmena Leşkerî ya Serê Kaniyê dibêje, ta niha rewş li herêm aram e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe de, Fermandariya Encûmena Leşkerî ya Serê Kaniyê dibêje, ta niha rewş li herêm aram e, lê eger Tirkiye di gefên xwe de cidî be û êrîşan li ser herêmên weke Serê Kaniyê û Girê Spî bike, ew jî amade ne berevaniyê bikin. Welatiyên deverê jî derbarê gefên Tirkiyê de tekez dikin ku ew dev ji xaka xwe bernadin û dê berevaniya xwe bikin û nahêlin ezmûna Efrînê dubare bibe.

Careke din Hikûmeta Tirkiyê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, vê carê li beramberî Girê spî û SerêKaniyê hêzên Artêşa Tirkiyê liv û tevgerên serbazî dike û artêşa Tirkiyê li beramberî gundê Ezîziyê li gundewarê bajarê Serê Kaniyê xaleke serbazî nû ava kir, lê ta niha rewş li deverê aram e û ti nîşanên şer ji her du aliyan ve nayine dîtin. Fermandariya Encûmena Leşkerî ya Serê Kaniyê dibêje, Tirkiya bi behaneya ku hêzên YPG, YPJ û HSD xalên wan yên serbazî li ser sînor armanc dikin, van gefan dixwe.

Fermandarê encûmena navbûrî tekez dike ku wan ti carî guleyek jî bi aliyê sînor ve bernedane, lê belê herdem artêşa Tirkiyê van kiryaran dike û eger Artêşa Tirkiyê êrîşan bike ewê berevaniyê bikin.

Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Serê Kaniyê Imad SerêKaniyê ji K24ê re got: “Tirkiye dê sînorê xwe ji kê biparêze, bilat Tirkiyê belgeyekê bîne ku YPG, YPJ yan HSDê guleyek bi şaşîtî avêtine li dîwarê wê xistine. Ji bo ku Tirkiyê bibêje li dijî Hevpeymanan bide şuxulandin, ew dibêje ezê sînorê xwe ji terorê biparêzim. Teror li vir tune ye, kesê li vir xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û xwedî erd û dîrok in”

Derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, welatiyên Serê Kaniyê dibêjin ku moralên wan bilind e û ev gefên Tirkiyê ne cidî ne, lê belê tenê rayedarên Tirkiyê dixwazin di riya van gefan re pirsgirêkên hundirîn û kirîza navxweyî ya Tirkiyê veşêrin û ezmûna Efrînê li herêmên wan ti carî dubare nabe.

Ji beriya zêdeyî 10 rojan ve Tirkiyê van gefan dixwe û derbarê daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdê ragihand, eger TIrkiyê gefên xwe cîbicî bike, ew neçar in hêzên xwe ji devera Dêra Zorê û Reqayê ku li dijî DAIŞê şer dikin vekşîne û ew amade ne li ser dirêjahiya 600 K.M bi artêşa Tirkiyê re şer bikin.