Soylu: Bala Ewrûpa dikşînim, ger em deriyan vekin, nikarin 6 mehan li ber xwe bidin

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu, bala welatên Ewrûpayê kişand, ku ger Tirkiye deriyên xwe veke, welatên Ewrûpa nikarin 6 mehan ji pêla pênaberan li ber xwe bidin!

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu, bala welatên Ewrûpayê kişand, ku ger Tirkiye deriyên xwe veke, welatên Ewrûpa nikarin 6 mehan ji pêla pênaberan li ber xwe bidin.

Soylu di hevdîtina xwe ligel serbazên deryayî de ragihand: “Em rê nadin Tirkiye bikin navenda penaberên ne-yasayî. Kî li pişt van kiryaran be, dê bersivek giran werbigirin. JI xwe Ewrûpa di vê babetê de em bi tenê hiştin e.

Di Parlementoya Ewrûpa de dirûnin û Tirkiye rexne dikin. Lê, gava 300 penaber digihin welatên wan qêrînan didin! Ewrûpa dê li dijî Tirkiye biryaran bide û dixwaze me biçûk bixe. Ez dibêjim wan, aramiya me nexin bin dûdiliyê! Ez ne gef an dikim, lê em deriyan vekin – hûn nikarin 6 mehan li ber xwe bidin”.

 

 

C.B