“Tirkiye êrîş bike jiyana 100 hezar Kiristiyanî dikeve metirsiyê”

Encûmena Leşkerî ya Siryanî hişyariyê dide û radigihîne, heger Tirkiye êrîşî ser bakur û rojhilatê Sûriyê bike, jiyana bi 100 hezar Kiristiyanan dixe metirsiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Siryanî hişyariyê dide û radigihîne, heger Tirkiye êrîşî ser bakur û rojhilatê Sûriyê bike, jiyana bi 100 hezar Kiristiyanan dixe metirsiyê.

Encûmena Leşkerî ya Siryanî bakur û rojhilatê Sûriyê nameyekê ji rêxistina Amerîkî ya li dijî terorê “Clarion Project Against Extremism” re birê kir û ragihand, her êrîşeke Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê dê jiyana 100 hezaran Xiristiyanan bixe metirsiyê.

Wê Encûmena Leşkerî di nameya xwe de daxwaz kir ji Kirîstiyanên Amerîka kir ku fişarê li welatê xwe bikin, da ku rê nede Tirkiye êrîşî ser deverên wan bikin.

Encûmena Leşkerî ya Siryanî ji 3 hezar şervanan pêk tê û di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û li çend deverên bakurê Sûriyê şer li dijî DAIŞê kiriye.

Tirkiyê gefên xwe yên êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê û rojhilata Firatê tund kiriye û hêzê ku li hember Kobanê û Girê Sipî kom dike.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan dibêje: Hevdîtinên me û Amerîkayê bo avakirina herêma ewle li ser sînorê Sûriyê çi encam hebe bila bibe. Em rijd in korîdora terorê li rojhilata Firatê perçe perçe bikin.

Erdogan gor jî: “Ne dorpêçên Amerîkayê, ne dorpêçên Ewropayê û ne jî alîkariya dehan hezar tirêle yên çek û teqemenî yên ku bo YPGyê hatîne şandin, dikare rê li pêşîya me bigerin.”

 

S. B