Zarokekî Efrînî pirtûka “Rastiya Efrînê” nivîsand

Zarokekî Efrînî yê 14 salî yê ji navçeya şiyê Xelîl Mûse pirtûkek li ser dîroka Efrînê di dema şerê li ser Efrînê de wek belge nivîsandiye. Pirtûka bi navê Rastiya Efrînê di 3 mîn pêşengeha pirtûkan de ya li bajarê Qamişlo tê li darxistin beşdar bûye û Xelîl wekî biçûktirîn nivîskar di pêşengehê de tê naskirin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Rastiya Efrînê navnîşana yek ji pirtûkên ku di 3emîn pêşengeha pirtûkan a li Bajarê Qamişlo hat li darxistin hat nemayişkirin. Pirtûka navbûrî sê qûnaxan ji dîroka Efrînê belge dike, berî şer û dema şer û piştî şerê ku Efrîn ji alî artêşa Turkiyê ve hate dagîrkirin.

Xelîl Mûse zarokê 14 salî yê ji navçeya şiyê li bajarê Efrînê ku niha li bajarê Qamişlo ye, ev pirtûk bi zimanekî xweş, zelal û resen nivîsandiye. Xelîl li gorî axaftinên xwe û têgihiştina wî ji bûyeran re ji temenê xwe mezintir xuyanî dike, lê dema behsa Efrînê dike, bi moralekî xurt û hestekî bilind Efrînê li bîra xwe tîne.

Xelîl biçûktirîn nivîsakr e di Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê de ye û biçûktirîn nivîskar e jî ku di 3emîn Pêşengeha Pirtûkan a Qamişlo de beşdar dibe. Ji bilî pirtûka rastiya Efrînê, pirtûkeke din a kurteçîrokan jî Xelîl nivîsandiye û naverokên wan çîrokan bi tevayî li ser rewşa Efrînê ne û di demeke nêz de dê bête çapkirin.

Xelîl di sala bê de dikeve pola nehan de û ji temenê 11 salî ve wî dest bi nivîsandina helbest, çîrok û hin cûreyên din ji nivîsandinê kiriye. Xewna Xelîl û hêvî û omîdên wî ku Efrîn zû rizgar bibe û pêşengeha çaremîn li bajarê Efrînê bê li darxistin.