Parlemana Kurdistanê: Hewl didin projeyasayeke taybet bi komkujiya Êzidiyan bê pesendkirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya hilbijartina wî wek Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê, Serokatiya Parlemana Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.
Di peyama Serokatiya Parlemana Kurdistanê de hatiye, bi boneya hilbijartina we wek Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê, germtirîn pîrozbahî araste dikin. Kurdên Êzidî pêkhateya resen a vî welatî ne.
Serokatiya Parlemana Kurdistanê diyar dike, “Parlemana Kurdistanê projeyasayeke taybet bi komkujiya xwişk û birayên Êzidî li ber dest de ye û hewl didin di demeke zû de bê pesendkirin û bi Parleman û Hikûmeta Iraqê re li ser xetê ne, ji bo Iraq bibe endam di Dadgeha Tawanan a Navdewletî de ji bo dosya komkujiya xwişk û birayên Êzidî bi fermî lê mikur bê û tawanbar bên dadgehkirin û qurbanî jî bêne qerebûkirin.”
S. B