Bavê şehîd Leylan çîroka teqîna Qamişlo bibîr tîne

Di sêyemîn salvegera teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ku di 27 Tîrmeha sala 2016an de rû da, Îmad Hemdî ku yek ji qurbaniyên teqînê bû û di bûyerê de mala wî hate rûxandin û keça wî ya 5 salî canê xwe ji dest da, ji kurdistan24ê re diaxive û wê roja reş bi bîra xwe tîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di sêyemîn salvegera teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ku di 27 Tîrmeha sala 2016an de rû da, Îmad Hemdî ku yek ji qurbaniyên teqînê bû û di bûyerê de mala wî hate rûxandin û keça wî ya 5 salî canê xwe ji dest da, ji kurdistan24ê re diaxive û wê roja reş bi bîra xwe tîne.

Îmad Hemdî yek ji nişteciyên taxa Xerbî ye di 27 Tîrmeha sala 2016an de mala wî bi tevayî herifî û di encamê de keça wî Leylan ya 5 salî canî xwe ji dest da. Di sêyemîn salvegera teqînê de dîwana helbesta xwe ya yekemîn bi navê Leylanê çap kir û diyarî giyanê keça xwe û tevaya şehîdên wê rojê kiriye.

Îmad di roja teqînê de ji mal derdikeve da ku hin pêdivên malê bikire, lê berî vegere malê riya xwe bi mala xwişka xwe dixe ku derdora 100 metrî nêzîkî mala wî ye û wan ji xew şiyar dike. Dema ku xwîşka wî qehweya sibehê ji wan re çê dike, teqîn rû dida û dîwarê hewşa mala xwîşka wî bi ser nivînên wan de dikeve tê xwarê.

Ji ber tundiya teqînê û herifandina xanî û dukanan, îmad dibêje wî nema zanîbû ev çi kolan e û kîjan mala wî ye. Bi rê ve kurê xwe Îbrahîm birîndar li ser destê hin xortan dibîne û wî veguhêzin nexweşxaneyê, lê yekser berê xwe dide malê da ku alîkariya hevjîna xwe û keça xwe Leylanê bike, lê mîna gelek xelkên taxê, Leylanê jî di bin dîwarên rûxandî de ma û şehîd bû.

Berî teqînê bi 5 mehan û di meha Sibatê de, hevjîna wî ya pêşî li gel herdu zarokên wan Ehmed û Şîlan dema xwestin ji Tirkiyê derbasî Ewropayê bibin, herdu zarok di deryaya Egay de xeniqîn.

Berî sê salan weke vê rojê barhilgereke dirêj derbasî taxa Xerbî bû û li nêzîkî mizgefta Qasimo ku hin desteyên Rêveberiya Xweser li wir hebûn teqiya û di encamê de derdora 50 kesî şehîd bûn û bi sedan kes jî kes birîndar bûn.