Parlemena Kurdistanê 3ê Tebaxê wek roja Komkujiya Êzidiyan diyar dike

Serokatiya Parlemana Kurdistanê roja Pêncşemê 1ê Tebaxê dicive, ji pêşniyaza diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan bixwînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemana Kurdistanê roja Pêncşemê 1ê Tebaxê dicive, ji pêşniyaza diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan bixwînin.

Serokatiya Parlemana Kurdistanê di banghêştnameyekê de daxwaz ji endamên Parlemana Kurdistanê dike, roja roja 1ê Tebaxê demjimêr 11:00 ji bo xwendina duyem a pêşniyaza diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan amade bin.

Roja 3ê Tebaxa 2014 çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingal ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

 

S. B