Li Mêrdînê 4 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Li bajarê Mêrdîn yê Bakurê Kurdîstanê 4 siyasetmedarên Kurd bi tometa daxwaza cudakirinê kirine, hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Mêrdîn yê Bakurê Kurdîstanê 4 siyasetmedarên Kurd bi tometa daxwaza cudakirinê kirine, hatin girtin.

Li bajarê Merdînê Endamên Meclisa HDP Alattin Semîr Zuhurlu, Sedat Ay, Hevserokên DBP Şexmus Sun û Leyla Bozkurt hatin girtin û Hevserokên Şarawaniya Nesêbînê hat serbestkirin.

Polîsan 7 siyasetmedarên Kurd ku beriya 2 rojan binçav kiribûn, duhî bi heceta di kombûnek li avahiya HDPê de propagandeya cudaxwaziyê kirine biribûn pêş dadgehê û 4 kes ji wan bo zîndanê hatin şandin.

Serdozgeriyê bi şerta bin kontrolê de bin, 3 ji van siyasetmedaran serbest kirin.

Her wiha Hevserokê DBPê yê Sultangaziya Stenbolê Ismail Ateş jî bi heceta di torên civakî de behsa cudaxweziyê kiriye, 6 sal û 3 heyv cezayê zîndanê lê hate birîn.

Di dema dadgehkirinê de, parêzer, parlamenter û malbatên siyasetmedaran jî amade bûn.

 

S. B