Baregeheke rêjîma Sûriyê li Qamişlo hate bombebarankirin

Baregehe rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê li gundewarê Qamişlo hate bombebarankirin û di encamê de çekdarek hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Baregehe rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê li gundewarê Qamişlo hate bombebarankirin û di encamê de çekdarek hate kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî firokeyeke nenas Fewca 54 a hêzên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li devera Raşidiyê ya Qamişlo bombebaran kir.

Rewangehê da zanîn, di encama bombebaranê de çekdarek hat kuştin, lê nayê zanîn ew firoke ser bi Îsraîlê yan ser bi Hevpeymaniya Navdeweletî ve ye.

Roja 25ê vê mehê jî firokeyên Îsraîlî baregehên hêzên Sûrî û mîlîşyayên ser bi vê û baregehên îstixbarata Îranî li parêzgeha Quneytera û Derayê ve bombebaran kiribûn û di encamê de 9 çekdarên mîlîşyayan hatin kuştin.

 

S. B