HSD: Ji bo avakirina herêma ewle, me daxwaza derketina leşkerên Tirk ji Efrînê nekiriye

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ji bo avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê, wan daxwaza derketina hêzên Tirkiyê ji Efrînê nekiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ji bo avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê, wan daxwaza derketina hêzên Tirkiyê ji Efrînê nekiriye.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji pêgeha “AL-Monitor” re ragihand, piştî gefên Tirkiyê yên êrîşa li ser Rojhilatê Firatê, wan bi riya Amerîka re hewl da ji bo avakirina herêma ewle danûstandinê bi Tirkiyê bikin û hewl dane çareseriyeke hemû alî jê razî bin pêşkêş kirine.

Li gor pêşniyazên Ebdî diyar kirine, wiha ne:

- Herêma ewle a Tirkiyê bi kûrahiya 30 K.M pêşniyaz kiriye nayê qebûlkirin û divê bi kûrahiya 5 K.M be.

- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji wê navçeyê vekişe û hêzên Encûmenên Leşkerî yên Xwecihî lê bêne belavkirin.

- YPG amade ye çekên xwe yên giran ji herêma ewle vekişîne û dikare çekên ku dikarin bigihin Tirkiyê jî vekişîne.

- Li hemberê jî Tirkiye pabend be û êrîş neke.

- Hêzên çavdêriyê yên navdewletî lê belav bibin.

- Nabe Tirkiye bibe beşek ji erkê çavdêriyê û divê hêzên li wê herêmê bicih bibin, hêzên bêalî bin.

- Nabe Tirkiye tevlî hêz navdewletî bibe, tenê bi mercê ku koçber û derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe û Tirkiye çekdar û sivîlên ji navçeyên din anîne Efrînê ji Efrînê derbixe û mal û milkên dest danîne ser wan jî ji xelkê Efrînê re vegerîne. Herwiha ev prose jî di bin çavdêriya Encûmena Efrînê ya Sivîl de birêve biçe û gerentiya navdewletî jê re hebe. Hêzên Tirkiye dikare di dewriyên hevbeş li herêma ewle de beşdar bibe.

- Herêma ewle ji mîlîşyayên alîgirên Tirkiyê ne re qedexkirî be, lê sivîlên ji wê herêmê koçber bûne dikarin vegerin.

Mezlûm Ebdî aşkere kir, wan ev pêşniyaz di riya Nûnerê Amerîka ê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery re şandine.

Derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li Efrînê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî aşkere kir jî, wan ti mercek ji bo vekişandina leşkerên Tirkiyê ji Efrînê danenîne û wan pirsgirêka Efrînê ji qonaxeke din re hîştine.

Li ser egera operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê, Ebdî pêşbînî kir, stratejiya Tirkiyê kontrolkirina Girê Sipî û Kobaniyê ye û dê li wir raweste. Di vê derbarê de jî Tirkiyê du Lîwayên Bejahî, du Lîwayên zirîpoşan û Lîwayên Komando li ser dirêjahiya 60 K.M li ser sînor belav kirine.

Fermandarê Giştî yê HSDê hişyarî jî da û got: “Tirkiye derbas bibe, dê şerekî mezin rû bide. Girtina Efrînê ji Tirkiyê re ta astekî hêsan bû, ji ber ku me di wê demê de 'biryareke stratejî' standibû. Me nexwast şer fereh bibe û tenê li Efrînê be. Lê li rojhilata Firatê dê ne wiha be. Çi êrîşeke Tirkiyê, dê şerekî mezin rû bide û şer dê ji Minbic û ta bi Dêrikê be.”

 

S. B