PSK: Em di salvegera pencan da, Jenosîda Şengalê bi tundî mehkum dikin

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di derbarê roja jenosîda li dij Kurdên Êzdî li Şingalê, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24...

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di derbarê roja jenosîda li dij Kurdên Êzdî li Şingalê, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Jenosida Şengalê Nayê Ji Bîr Kirinê

Li ser fermana heftêsîsê ya Êzîdiyan, ku li Şengalê bi destê DAIŞê xwînxar û hovê va hatiye encam danê, 5 sal derbas bû. Lê bîrîna Êzîdiyên Şengalê heşta sarij nebûye. Ji ber ku hemu Êzdî heşta venegeriyane gundên xwe, cî û waren xwe yên berê. Piraniya Êzdiyên Şengalê îro jî di bin cadiran da, di kampên penaberan da û di bin zirufa gelek dijwar da dijin.

Hêşta gelek zarok û jin û qizên Êzdî di destê DAIŞê da dîl in, çarenusê gelek ji wan ne dîyar e.

Şengal îro jî kavil e ava nebûye.

Şengalê, ku beşekê Kurdistanê ye hêşta girêdayiya Baxda ye.

Şengal îro jî aram nebûye, heşta jî warê milmilaneyê hêzên dereke ne û gelek caran dibe armanca êrîşa wan hêzan.

Û hêşta kesên, ku dı Jenosîda Şengalê da alikariya DAIŞê kirine, nehatine dadigeh kirinê.

Em di salvegera pencan da,  Jenosîda Şengalê bi tundî mehkum dikin.

Em daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji hêzên siyasî û dezgeyên berpirs dikin, ku bona çareser kirina pirsên Şengalê, çareser kirina problemên Êzdiyên zilmditî pirtir kar û xebat bikin.

Em daxwaz ji Koma Milletan, Yêkitiya Ewropa û dezgeyên xêrxwaz û mirovdost yên navnetewî dikin, ku bona avadan kirina Şengalê pirtir alîkarî bikin.

Em daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, hêzên siyasî yên seransere Kurdistanê, dezgeyên Kurdên diyasporayê dikin, ku bona nasandina 3ê Tebaxê wekî Roja Jenosîda Êzdî bi hevra kar û xebate bikin.

Em carekî dinê Jenosîda Şengalê mehkum dikin û li ber hizura şehîdên Şengalê girnoş dibin.

3 Tebax 2019

Partiya Sosyalîst a Kurdistan