Jineke xêzkar kuçeyên Diyarbekirê dixemilîne

Çend jinên Diyarbekirî, bi pêşengiya Mamoste Nazli Ergen; kolanên Diyarbekirê dixemilînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Xêzkareke jin, bi xêzên xwe kuçeyên Diyarbekirê dixemilîne. Xêzkar Nazli Ergen, bi projeya ku pêşkêşî şaredariya Rezan a Diyarbekirê kiriye, li kolanên navçeya Rezan dîwaran bi hunera xwe bi teşe dike. Mamosteya jin dibêje; cara yekemîn e xebateke wiha li Diyarbekirê çêdibe û kêfxweşiya zarokên taxê dibe sedem ku ew jî vê hunerê bi dilxweşî pêşkêş bike.

Çend jinên Diyarbekirî, bi pêşengiya Mamoste Nazli Ergen; kolanên Diyarbekirê dixemilînin. Nazli Ergen xêzkar e û bi rêya projeyekê xwestiye kolanên navçeya rezan, bi xêzên xwe bixemilîne. Projeya xêzkara jin, ji aliyê Şaredariya Rezan a Diyarbekirê ve hatiye qebûlkirin û wê jî digel dost û hevalên xwe dest bi çêkirina projeyê kiriye û ev mehek e bi dildarî kuçeyên navçeya Rezan dixemilînin. Nazli Ergen dibêje; min berê li Stenbolê xebateke wisa kiribû, niha cara duyemîn e ku ez vî karî li Diyarbekirê dikim.

Xêzkar Nazli Ergen ji K24ê re got: "Beriya niha ez li Stenbolê bi projeyeke wiha re bilî bûbûm. Piştî ku ez hatim Diyarbekirê, min got; çima li Diyarbekirê jî tiştekî wisa çênebe? Em li hinek kuçeyên teng geriyan û me qadên tarî tercîh kir da ku hem ew qad ronî bibin hem jî cihên rûxandî werin nûjenkirin. Li Tirkiyeyê hînkirina xêzan zêde belav nebûye. Li vê derê jî zarokên me yên ku dersên xêzkariyê nedîtine, gelek in. Ji ber vê jî em fikirîn ku cihê herî guncav, Taxa Rezan e."

Xemilandina dîwarên Diyarbekirê, xeyaleke Nazli Ergen bûye. Piştî projeya wê qebûl bûye, ew digel hevalên xwe kuçe bi kuçe geriyaye da ku ji bo pêkanîna projeyê, dîwarên guncav bibîne. Hevalên Nazli Ergen jî hemû bi dildarî alîkariyê wê dikin û êdî ew jî li nav van taxan, hem ji aliyê zarokan ve hem ji aliyê mezinan ve bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin. Sumeyra Çîçek xwendekara beşa xêzkariyê ye Çîçek jî dibêje; armanca min hem pêşketina vê hunerê, hem jî şadkirina dilên zarokan e.

Sumeyra Çîçek dibêje: "Piştî ku min xebatên Mamoste Nazli dîtin, min xwest ez jî piştgiriya wê bikim. Beriya niha em dîsa li ser projeyekê bi hev re xebitîbûn. Di vê projeyê de jî min hem ji bo piştgiriyê, hem jî ji bo pêşketina xwe tevkarî kir. Ev mehek e, em hemû bi hev re li vê derê dixebitin."

Li ser dîwaran, ji sûretên jinan heta cureyên dar û kulîlkan; ji cureyên ajalan heta gerstêrkan; gelek teşe hatine çêkirin. Armanca Nazli Ergen ew e ku heta dawiya betlaneyê ango destpêkirina dibistanan, ev kuçe bi temamî werin xemilandin. Xêzkara ku niha di dibistaneke taybet de mamostetiya xwe didomîne; dixwaze ku projeyên bi vî rengî zêdetir bike û hunera xemilandina kuçeyan, li nav civakê zêdetir belav bibe.