Encûmena Wezîran madeya 140 guftûgo dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro babeta çaksaziyê û bicihkirina madeya 140 a destûra Iraqê guftûgo dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro babeta çaksaziyê û bicihkirina madeya 140 a destûra Iraqê guftûgo dike.

Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêş nîvro dicive.

Li gor zanyariyên K24ê, tewerên civîna îro ji guftûgokirina rewşa Kerkûkê û bicihkirina madeya 140 dibin, bi taybet ku piştî Dadgeha Federalî red kir ku ew made ji kar ketibe.

Herwiha di civînê de tewerekî din taybet bi guftûgokirina mîkanîzma hêlên giştî yên karnameya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe.

 

S. B