CHP Hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê

Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo avakirina “Herêma ewle” Hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo avakirina “Herêma ewle” Hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ew ê di derbarê pirsa Sûriyê de konferansekê saz bikin û dê Wezareta Derve ya Sûriyê jî vexwînin wê konferansê.

Diyar kir jî, ew ê her du aliyan, aliyê li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed û alîgirên Beşar Esad vexwînin wê konferansê, lê PYD û YPGê venaxwînin.

Li gor Kiliçdaroglu ji bo çareseriya pirsa bakurê Sûriyeyê divê hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî pêwendiyê bi Beşar Esad re deyne.

Got jî: Divê herêma ewle li bakurê Sûriyê bi danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re were avakirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da xuyakirin, piştî civînên sê rojan, bi Amerîkayê re rêkeftine ku derbarê herêma ewle û rojhilatê Feratê de gav were avêtin.

Di vê derbarê de, îro Hikûmeta Sûriyê avakirina “Herêma ewle” ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve red kir û bi dagîrkirin binav kir.

 

S. B