Serok Barzanî, Peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê ragihand

Serok Barzanî diyar dike, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan dikim, ku bi xwîna wan, azadî û rûmeta welatê me parastî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî  bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Di wê peyamê de, Serok Barzanî radighîne: bi boneya hatina Cejna Qurbanê, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistan û Iraqê û hemû musilmanên cîhanê dikim.

Herweha  Serok Barzanî diyar dike, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan dikim, ku bi xwîna wan, azadî û rûmeta  welatê me parastî ye.

Pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên qehreman dikim û destxweşiyê li Hêzên Asayiş û polîsan dikim, ku bi şev û roj erkê parastina aramî û asayişa welatiyan li stûyê xwe girtin e. 

Cejna we pîroz be û hêviya şadî û bextewariyê ji bo we dixwazim.

 

 

C.B