Peyama Mekteba Sîyasîya Partîya Demokrata Kurdistanê bi boneya salvegera damezrandina wê
K24- Hewlêr
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di 73yemîn salvegera 16ê Tebaxê de peyamek belav kir û radighîne, Partî wekî pêwîstiyek dîrokî û derbirîn li îradeya azadîxwazên 4em netewe ya li navçeyê û bêpar ji mafê çarenivîsê hate damezrandin, bo bidawîanîn, bi xedra dîrokî û bo ku Neteweya Kurd pêgeha xwe bidest bixe.
Partî, ne wekî partiyek ideolojî-teng, wek bizavek cemawerî berfereh hate meydanê, ku kariye, hemûyan li dora yek armancê kom bike, ew jî rizgarkirina niştîman e.
Partî di vî warê mirovî de û berçavronî karî bi piştevaniya gelê Kurdistanê, pêşengiya bizava rizgarîxwaz û şoreşgerî ya Eylûl û Gulanê, karwanê têkoşîna siyasî, pêşmergeyatî, dîplomasî, medyayî, rêkxistinî û cemawerî ya xelkê Kurdistanê bike. Heta îro jî, di xebata xwe de berdewam e, û tevî hemû hevraz û astengiyan, wek çiyayekî sergeş li meydanê ye.
Îro salvegera 73yemîn salvegera damezrandina Partiya xwe dikin û bi heman baweriyê rijd in li ser Kurdayetî û azadîxwaziyê, rijd in liser parastin û bihêzkirina qewareya herêma Kurdistanê, ku di 6 salên derbasbûyî de, dixwestin bi hemû cûre plan û şer, gef û sengerlêgirtinê jinav bibin. Partî û Serok Barzanî serkêşiya şerê bergirî li Kurdistanê û têkşikandina DAIŞê, bi pîrozî kirin. Li pêşiya şerê nanbirîn û şovenîstan jî, nehiştin ku Kurdistan çokê xwe dabxîne, ta ku nanbirîn û şovenîstan çokê xwe danîn. Her nehiştin, xwesta dijminên Kurdan biçe serî, qewareya herêma Kurdistanê were hilweşandin, û berhemê xwîn û xebata şehîdan bê sûd biçe. Karî jî, bi siyasetek hekîmane û bê saziş liser mafên rewa, sizayên ne rewa liser herêma Kurdistanê hilweşîn in. Herwiha di hikûmetê de jî, berpirsyariya rojên zehmet hilbigre û paşekişeyê jî, neke.
Armanca piştevaniya Partî, ji bo bihêzbûna Kurdistan û aktîvbûna Serokatiya herêma Kurdistanê, Parleman û hikûmeta nû ye, bo dabînkirina jiyaneke baştir û xizmetguzariyên baş. Herwiha pêdagirî li mafên destûrî li Bexdayê, di çarçoveya piştevaniya danûstandinên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, heta gihiştin bi çareseriya tevayiya pirsgirêkên mayî ligor destûr û di berjewendiya gelê me û îstihqaqên rewa de. Bi hemû hêza xwe, piştevaniyê li Kabîneya Nû ya hikûmetê di çarçoveya parastina destkeft û bidestxistina destkeftên zêdetir dikin û dirêjedan bi hewlên xwe, ji bo çaksaziya sertaserî di hemû waran de, ku di berjewendiya dadweriya civakî û xweşguzaraniya xelkê Kurdistanê de be.