Hevdîtina Xilûsî Akar û Mark Esper ya ser navçeya aram

Li Sûriyeyê ser avakirina navçeya aram gotûbejên di navbera Tirkiye û Emerîkayê de bênavber didomin. Herî dawî her du wezîrên berevaniya Tirkiye û Emerîkayê Xilûsî Akar û Mark Esper bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîn. Hate ragihandin ku ji bo qonaxa yekem a planê di navbera her du welatan de lihevkirin pêk hatiye. Pispor jî rave dikin ku ev hevdîtin li ser meseleyên piçûk ê navçeya aram pêk hatiye û dê geşadanên ser pêşeroja kêşeya kûrahiya navçeya aram, di heyamên pêş de wê zelal bibe.

K24- Enqere

Li Sûriyeyê ser avakirina navçeya aram gotûbejên di navbera Tirkiye û Emerîkayê de bênavber didomin. Herî dawî her du wezîrên berevaniya Tirkiye û Emerîkayê Xilûsî Akar û Mark Esper bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîn. Hate ragihandin ku ji bo qonaxa yekem a planê di navbera her du welatan de lihevkirin pêk hatiye. Pispor jî rave dikin ku ev hevdîtin li ser meseleyên piçûk ê navçeya aram pêk hatiye û dê geşadanên ser pêşeroja kêşeya kûrahiya navçeya aram, di heyamên pêş de wê zelal bibe.

Li Sûriyeyê geşedanên ser avakirina navçeya aram di navbera Tirkiye û Emerîkayê de didomin. Herî dawî Wezirê Berevaniya Tirkiyeyê Xilûsî Akar û Wezîrê Beravaniya Emerîkayê Mark Esper bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîn. Wezerata Berevaniya Tirkiyeyê jî ragihand ku ji bo destpêkirina qonaxa yekem a plana ser navçeya aram bi Emerîkayê lihevkirine. Di daxuyaniya Pentagonê de hate ragihandin ku dê Tirkiye û Emerîka planê, bi awayekî kordîne û qonax bi qonax cibicîh bikin. Herwiha hate gotin ku divê ser hûrgiliyên teknîkî xebat werin kirin.

Pispor Seyfettîn Erol jî amaje dike qonaxa yekem ji bo li Sûriyeyê avakirina navçeya aram nexşereyek e û ji gavên ku ewlehiya sînor esas digre ve pêk te. Erol dibêje ev gav di proseya nexşereya Minbîcê de jî hatin avêtin û bo vê yekê jî Tirkiye bi baldarî vê proseyê dimeşîne.

Seyfettîn Erol - pisporê têkiliyên navneteweyî, got: " Ev gavekî ku bersivê nade daxwazên Tirkiyeyê. Dema em li daxûyaniyên Tirkiyeyê dinêrin her gav Minbîcê nîşan dide û dibêje Emerîkayê ,li vir jî em bi we re rûnişt in lê we gavek neavêt. Niha em nikarin bibêjin ku navbera Tirkiye û Emerîkayê de bi temamî mitabeqetek heye. Em vê gavê dikarin wekî ji bo qeyrana di navbera Tirkiye û Emerîkayê de ya ser navçeya arama bilindtir nebe binirxînin. Lê belê di vê astê de di navbera her du welatan de baweriyek tune ye."

Li aliyê din Wezerata Berevaniya Tirkiyeyê ragihandibû ku ji bo qonaxên din ê bo avakirina navçeya aram bi Emerikayê re lihevkirine ku rayedarên leşkeri yên her du welatan di heyamên pêş de li Enqerê werin bal hev. Pispor Oytun Orhan jî dibêje beramberî kêşeya kûrahiya navçeya aram niha her du welat jî ji bo çareseriya meseleyên piçûk xebatan pêk tînin.

Oytun orhan - pisporê têkiliyên naveneteweyî, dibêje: "Ez bawer nakim ku ser mijara kûrahiya navçeya aram, li Sûriyeyê mayîndebûna leşkeran û hebûna baregehên Tirkiyeyê de lihevkirinek pêk hatibe. Ji ber ku ev mijar di navbera her du welatan de cihê nakokiyê ne. Ev mesele dê di heyama pêş de werin çareserkirin. Niha ji kêşeyên piçûk tê

destpêkirin û ber bi yê mezin ve xebat tên kirin. Di meseleyên wekî kûrahiya navçeya aram de jî daxwazên her du aliyan jî pêk nayên û li ser bingeheke hevpar tê lihevkirin."

Tirkiye ji destpêka gengeşiyên li Sûriyeyê ji bo damezrandina navçeya aram daxwaz dike ku kûrahiya herêmê ji zêdeyî 30 kîlometreyan pêk were. Lê belê beramber vê daxwaza Tirkiyeyê tê îddîakirin ku Emerîkayê pêşniyaza ji 5 kîlometreyan heta 15 kîlometreyan aniye rojeve ku li ser vê yekê hêj di navbera her du welatan de lihevkirinek pêk nehatiye. Herwiha Berdevkê Ak Partiya desthilatdar Omer Çelîk jî daxuıyand ku dê navçeya aram bibe koridora aştiyê û dê sekinandina pêla penaberan werê bi kar anîn.