Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bereya Diyaloga Iraqî Salih Mutleg kir

Serok Barzanî û Serokê Bereya Diyaloga Iraqî, guhertinên dawiyê û pêşhateyên siyasî li ser ast a Iraq û navçeyê gengeşe kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî û Serokê Bereya Diyaloga Iraqî, guhertinên dawiyê û pêşhateyên siyasî li ser ast a Iraq û navçeyê gengeşe kirin

Îro li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Bereya Diyaloga Iraqê Salih el Mutleg û şand a ligel kir, ku ji hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî ya Bereya Diyaloga Iraqê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de, ku Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî amade bû, di derbarê guhertinên dawî û pêşhateyên siyasî yên li ser ast a Iraq û navçeyê de, danûstandina bîr û ramanan kirin. Herweha ronahî xistin, ser wan çareseriyên siyasî, ku dibin sedema pêşveçûna proseya siyasî, aramî û avakirina dewleta medenî.

Her di vê hevdîtinê de, tekezî liser berdewamiya pêwendiyên di navbeyna her dû aliyan û hemahengiya sîyasî û parlemenî hate kirin.

 

 

C.B