Serok Barzanî : Erkê me parastina serweriyên gelê Kurdistanê ye

Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Rêxistina Neviyên Eylûl a li sînorê Liqa 26ê Gulan a Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî radighîne, erkê me hemûyan e rûbirûyî wan hewlan bibin, ku armanc jê têkdana çand û bihayan û bêrêzîkirin e bi serweriyên gelê Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Rêxistina Neviyên Eylûl ya li sînorê Liqa 26ê Gulan a Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya.

Di vê civînê de Serok Barzanî, spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Rêxistina Neviyên Eylûl kir,  girêdayî wan kar û çalakiyên, ku li devera Balekayetî ya ji bo parastin û nûjenkirina şûnewar û bîranînên şoreşa Eylûl encam dan e û bi erkek pîroz da zanîn û hêviya serkeftin û berdewamiyê, ji bo wan xwest.

Di dirêjahiya vê civînê de, Serok Barzanî tekezî liser parastina wan biha û destkeftan kir, ku bi xwîn û xebata mîlletê me pêkhatin e û ragihand, pêwîst e bihayên gelê me bi zîndî rabigrin û erkê me her aliyek e, ku rûbirûyê wan hewlan bibin, ku armanca wan têkdana çand û bihayan û bêrêzîkirin e, bi serweriyên gelê Kurdistanê.

 

 

 

C.B