Erdogan: Bi Serok Putin re, em liser Rojhilatê Firatê jî axaftin

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, di hevdîtina bi Serokê Rûsyayê re liser Rojhelatê Firatê jî, rawestiyan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, di hevdîtina bi Serokê Rûsyayê re liser Rojhelatê Firatê jî, rawestiyan e  û da zanîn, ew dixwazin sozên Amerîka, yên di derbarê avakirina herêma ewle de dan e wan, gavek zûtir bicîh bîn e. Erdogan got, ew dixwazin YPG, Minbic, Kobanê û Rojhelatê van deveran bicîh bihêle.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

"… Hevdîtinên me bi Amerîkayê re didom in û em dixwazin sozên dane bicîh bîn in.  Em dixwazin rêxistinên terorê yên li Minbic û Kobanê û Rojhelatê deverê bicîh bihêlin. Em dixwazin soza herêma ewle were bicîhkirin. Niha car caran li ser sînorê êriş li me tê kirin. Em nikarin hember van bêdeng bimîn in. Amadekariyen me yên ser sînorê jî, ji bo vê ne. Herêma ewle ji bo Tirkiye û hemû navçeyê pir girîng e. Em di vê mijarê de bibiryar in û min ji birêz Serok re jî got, em dê vê gavê bavêjin. "

 

 

 

C.B