Tirkiye: Em dê penaberên Suriyê li Herêma Ewle bicih bikin!

Berpirsek Serokomariya Tirkiyê dibêje: Ew dê penaberên Suriyê li herêma ewle bicih bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsek Serokomariya Tirkiyê dibêje: Ew dê penaberên Suriyê li herêma ewle bicih bikin.

Endamê Civata Şewirmendiya Bilind a Serokomariya Tirkiyeyê Mehmet Alî Şahîn dide zanîn, ko ew dê pêşî li rojhilatê Firatê herêma ewle ava bikin. Piştre jî, penaberên li Tirkiye vegerînin herêma ewle û li wir bicih bikin. Ji bo ku, ew ax a xwe biparêzin neçar in şerê terorê bikin.

Li Tirkiyê zêdetir ji 3 milyon penaberên Suriye hene û beşek ji wan, bo Cerablus, Azez û Efrînê hatin vegerandin.

Aliyên Kurdî ENKS û HSD liser vê projeya Tirkiye her dem helwêsta xwe diyar kirin e, ku li dij bicihkirina penaberên Sûriye li Herêma Ewle ne. Herweha garantiya navdewletî jî, ji bo Herêma Ewle dikin.

 

 

 

C.B