Îran: Me tu caran nexwestiye Çekê Atomî dirust bikin

Serokomarê Îranê got, wan tu caran nexwestiye Çekê Atomî dirust bikin û ji bo siberojê jî, daxwaza wan nîn e..

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê got, wan tu caran nexwestiye Çekê Atomî dirust bikin û ji bo siberojê jî,  daxwaza wan nîn e. Hesen Rûhanî ji Amerîkayê  xwest, dorpêçên liser Tehranê rake, ji bo ku bikaribin dest bi danustandinan digel wan bikin.

Herweha, Wezîrê derve yê Iranê radighîne, riya çareserbûna pirsgirêkên Iranê, ji Koşka Spî  derbas nabe

Mihemed Cewad Zerîf di hevpeyvînekê de digel rojnameya Sud Deutche Zeitung derbarê wê yekê ku ji aliyê Amerîka bangehiştî Koçka Spî hatiye kirin ragehand, seredana Koşka Spî ji bo demê nîv demjimêrê pirsgirêkê çareser nake û got, çareserkirina pirsgirêkên Îranê, bi Koşka Spî re derbas nabe.

Zerîf ji bo danûstandinên digel Amerîka got, berpirsên Amerîka beriya niha danûstandin bicîh hiştin e û eger vegerin, divê sozên xwe yên di çarçoveya rêkeftina Atomî de bicîh bîn in.

Derbarê Hewlên Serokê Fransa, Zerîf ragehand, eger Macron bikare guhertinê di siyaseta Amerîka de bike, ew dê pêşwaziyê lê bikin.

 

 

 

 

C.B